11:36 22 Sibat 2018
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Tirkiye çima mutefiqên Amerîkayê kurdan bombe dike?

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku çima Tirkiye mutefiqên Amerîkayê kurdan bombe dike.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir, digel ku Tirkiye endamê koalisyona navneteweyî ye jî li Sûriyeyê mutefîqên Amerîkayê kurdan bombe dike û tu kes nabêje çima.

    Tirkiye PYDê wekî dijmin dibîne

    Lavrov ji çapemeniya Îtalyayê re ragihand yek ji hêza ku li Sûriyeyê li dijî DAIŞê tekoşîna bejayî didin hêza kurdan e. Amerîka hem hêza kurdan perwerde û hem jî bi çek dike. Lê Tirkiye kurdên Sûriyeyê bi piranî jî hêza PYDê wekî dijmin dibîne. Ji bo vê divê mirov vê xalê fêhm bike, Tirkiye endamê koalîsyonê ye û bi Amerîkayê re hevkar e û Tirkiye bi qasî ku kurdên mutefiqê Amerîkayê bombe dike hewkasî terorîstan bombe nake.

    Divê em hestên şexsî tevlî tekoşîna dijî DAIŞê nekin

    Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got, divê em di tekoşîna dijî terorîzmê de hestên xwe yên şexsî deynin aliyekî û guh nedin standardên dualî.

    Bi heman mijarî:

    BEHRA SPÎ - Rûsyayê li DAIŞê xist!
    Rûsya: Ji bo girtina sînoran em dikarin alîkariya Tirkiyayê bikin
    Rûsya: Em binçavkirina nûçegîhanên Rossiya 1ê şermezar dikin
    Rûsya: Çûna leşkerên Tirkiyeyê bo Iraqê nayê qebûl kirin
    Serokê Rûsyayê li ser pelê kovara Le Pointê: 'Dostê me yê nû Pûtîn'
    Etîketan:
    Wezareta Derva ya Rûsyayê, Sergey Lavrov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de