13:50 24 Hezîran 2018
Dmitriy Medvedev

Medvedev, di weşana zindî de bersiva rojnamevanan dide

© Sputnik / Ekaterina Shtukina
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev di weşana zindî ya televîzyonê de bersiva rojnamevanan da.

Moskova — Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev di weşana zindî ya televîzyonê de bersiva rojnamevanan da û behsa pêkhatên hikumetê yên sala 2015an kir.

Medvedev di weşana zindî de pirsên çend rojnamevanên ku ji kanal Perviy İrada Zeynalova, kanala VGTRK Sergey Brilev, kanala NTV Kirill Pozdniyakov, kanala Dojd Mihail fişman bersivand.

Di bersiv dayîna Medvedev de xalên ku derketin pêş bi vî awayî bûn;

*Pêvajoya ekonomi ya ku em di nav de bi rastî ne hêsan e. Di salên dawî de hem ji ber krîza navneteweyî û hem jî şertên navxweyî me di dewreke giran de derbas dike. Lê plana tekoşîna krîza aborî bi ser ket û encamek erênî da. Wezîfeya me mezinkirina ekonomiye bû û em bi ser ketin.

Ekonomî di sala 2016an de wê mezin bibe

*Di plana hikumetê de enflasyona 2016an daxîne sedî 6,4ê û ev hedefe rasteqîn e û hedefa me ya ekonomiye ku di sala 2016an sedî 1ê mezin bibe ye.

Em lêçûnên parastinê kêm nakin

*Em ê planên xwe yên parastinê bi cih bînin û em ê plana hetanî sala 2020an ya nûjenkirina artêşê saz bikin. Em nikarin lêçûnên parastinê îhmal bikin, ji bo ku artêşeke me ya asayî nînbe welat jî nabe.

*Li hemberî neyîniyên bazara petrole planên me yên B û C hene û amade ye. Heke ev plan nînbûna em ê bi kêrî rêvebiriyê nehatana.

Ekonomiya Rûsyayê xwe îspat kir

*Ekonomiya Rûsyayê digel asêbûna bazarên derve jî li ser linga ma û ev îspat kir. Em bi çavkaniyên xwe dijîn, ev hem baş e û hem jî ne baş e. Lê welatê me îmkan û xwestekên xwe fêhm kir û di şertên herî giran de jî dikare xwe bi pêş bixe.

Ûkrayna qulebaze

*Di jiyanê de herî dawî hêvî dimire. Ûkrayna naxwaze deynê xwe bide ji ber ku qulebaz in. Lê neçar in vî deynî bidin.

*Ûkraynayê bi birîna elektrîka Kirimê karesatî kir an jî mirov dikare bi wahşîtî bi nav bike.

Lêçûnên operasyona Sûriyeyê sir e

*Lêçûnên operasyona Sûriyeyê sir e. Heta niha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ji bo operasyona Sûriyeyê daxwaza mûçeyeke nû nekiriye.

Di xistina balafirê de her tişt diyare

*Betalkirina seferên charter yên Tirkiyeyê ne vesaz in û Rûsyayê ji parastina xwe ev biryar da. Xistina balafira me ji terefê Tirkiyeyê ve sedema şerî ye. Ji bo ku ev rasterast êrişa ser welatekî desthilat e. Tirkiye bi xistina balafirê hiquqê navneteweyî îhlal kir.

Bi heman mijarî:

BEHRA SPÎ - Rûsyayê li DAIŞê xist!
Rûsya: Ji bo girtina sînoran em dikarin alîkariya Tirkiyayê bikin
Rûsya: Em binçavkirina nûçegîhanên Rossiya 1ê şermezar dikin
Rûsya: Çûna leşkerên Tirkiyeyê bo Iraqê nayê qebûl kirin
Serokê Rûsyayê li ser pelê kovara Le Pointê: 'Dostê me yê nû Pûtîn'
Etîketan:
Serokwezîrtiya Rûsyayê, Dmitriy Medvedev, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de