10:30 24 Hezîran 2018
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

Pûtîn: Hêvî dikim li dijî DAIŞê hewceyî bi kar anîna çekên atomî namîne

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn, Wezareta Parastinê ji bo bi kar anîna çekên Artêşa Rûsyayê yên li hemberî DAIŞê bi kar tîne erkdar kir.

Moskova — Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn, Wezareta Parastinê ji bo analiz û bandora bi kar anîna çekên Artêşa Rûsyayê yên li hemberî DAIŞê bi kar tîne erkdar kir. Pûtîn, hêvî dikim li dijî DAIŞê hewceyî bi kar anîna çekên atomî namîne.

Serokê Rûsyayê Pûtîn duhî bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re hat cem hev û ji wezîr agahiyên rewşa dawî ya operasyona Sûriyeyê standin. Pûtîn, wezîfeya analiz û bandora çekên rûsî ku li Sûriyeyê dijî DAIŞê têne bi kar anîn da Şoygu. Pûtîn, divê em her tiştê cihê pevçûnê bizanibin û analiz bikin, ev moşek nû, modern û bi bandor in û êdî em baş dizanin ev çek bi serekên atomî jî dikarin werin araste kirin.

Ji aliye din ve Serokê Rûsyayê daxuyand, di tekoşîna dijî terorîzmê de hewceyî bi çekên atomî tuneye û hêvî dikim tucarî hewceyî pê çênebe.

Bi heman mijarî:

Sindoqa agahiyan a balafira xistî gihişte ber desté Pûtîn
Serokê Rûsyayê li ser pelê kovara Le Pointê: 'Dostê me yê nû Pûtîn'
Li gorî kovara TIME Pûtîn ‘mirovê salê’ ye
Serokomarê Finlandiya: Min navcîtiya Pûtîn û Erdogan kir
Pûtîn, Konseya Ewlehî ya Rûsyayê civand
Etîketan:
DAIŞ, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Sergey Şoygu, Vladimir Pûtîn, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de