03:26 19 Hezîran 2018
İgor Konaşenkov

Sûriye, êrişa koalisyona navneteweyî ya Dêra Zorê serast kir

© Foto : Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Koalîsyona navneteweyî ya di pêşengiya Amerîkayê de 6ê Berfanbarê li Dêra Zorê êrişî kampa Artêşa Sûriyeyê kiribû.

Moskova — Koalîsyona navneteweyî ya di pêşengiya Amerîkayê de 6ê Berfanbarê li Dêra Zorê êrişî kampa Artêşa Sûriyeyê kiribû û Sererkanê Sûriyeyê ev êriş serast kir.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê İgor Konaşenkov, êrişa koalisyona navneteweyî ya 6ê Berfanbarê li Dêra Zorê li ser kampa Artêşa Sûriyeyê, ji terefê Sererkanê Sûriyeyê ve hate serast kirin. di êrişê de 4 leşker hatibûn kuştin, 12 leşker birîndar bibûn û 4 wesayît jî hatibûn rûxandin.

Amerîka ji bo Dêra Zorê çima bêdeng e

Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got, di êrişa Dêra Zorê de 2 balafirên Amerîkayê û 2 balafirên hêza koalîsyonê hatine dîtin, çima Amerîka û hêza koalîsyonê ji bo êrişa Dêra Zorê ketine bêdengiyê. Rêvebiriya Sûriyeyê lêkolînên xwe didomîne ji nêzîk ve wê derkeve holê ku kî ev bûyer pêk anîye.

Li Sûriyeyê pêwistiya me bi bargeheke din tuneye

İgor Konaşenkov di dirêjiya axaftina xwe de got, li Sûriyeyê pêwistiya me bi baregeheke din tuneye. Baregeha Hmeymimê pêwistiya me bi cih tîne û ji wir balafirên di nava 30 û 40 deqîqeyî de digihîjin her dera Sûriyeyê. Ji bo fêhmkirina vî tiştî hewceyî bi pisporiya leşkeri nake.

Bi heman mijarî:

BEHRA SPÎ - Rûsyayê li DAIŞê xist!
Rûsya: Ji bo girtina sînoran em dikarin alîkariya Tirkiyayê bikin
Rûsya: Em binçavkirina nûçegîhanên Rossiya 1ê şermezar dikin
Rûsya: Çûna leşkerên Tirkiyeyê bo Iraqê nayê qebûl kirin
Serokê Rûsyayê li ser pelê kovara Le Pointê: 'Dostê me yê nû Pûtîn'
Etîketan:
Sererkanê Sûriyeyê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, İgor Konaşenkov, Dêra Zorê, Sûriye, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de