07:06 23 Çile 2018
Zindî
    John Kery û Sergey Lavrov

    Ji Rûsya û Amerîkayê li dijî DAIŞê stratejiyeke hevpar

    © Sputnik/ Eduard Pesov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Karên Derve yên Rûsyayê diyar kir ku rêvebiriyên Moskova û Waşîngtonê li dijî DAIŞê stratejiyeke hevpar diyar kirine û ew dê biryara xwe pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bikin.

    Moskova —  Wezîrê Karên Derve yên Rûsyayê Sergey Lavrov ji çapemeniyê re axivî got ku li gorî stratejiya hevpar dê navê DAIŞê wekî terorîst bê kişandin.

    Lavrov diyar kir ku di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de li ser biryarê xebateke çalak tê meşandin û got: Divê bê zanîn ku ev înîsiyatîfeke hevpar a Rûsya û Amerîkayê ye. Di nav bendên biryarê de hinek beş hene ku divê ji aliyê hemû dewletan ve bên sepandin. Hêvîdar im ku piştî pesendkirina biryarê dijayetiya li hemberî raweste.’

    Ji aliyekî din ve Lavrov got ku ew dikarin li New Yorkê beşdarî hevdîtinên têkildarî Sûriyayê yên bi formata Viyanayê bibin. Li gorî gotina Lavrov Wezîrê Karên Derve yên Amerîkayê John Kerry pêşniyar kiriye ku hevdîtinên Grûba Alîkariya Sûriyayê 18-19ê Berfanbarê li New York bên lidarxistin û heke mercên daxwazkirî pêk werin ji bo Rûsyayê cihê hevdîtinê ewqasî ne girîng e.

    Bi heman mijarî:

    Konsulê tirk bang kir: 'Kurdistan Mûsilê îşxal dike, bila Enqere amade be'
    Rayedarê PDK-Sê yê Efrînê: 'Li vir jiyan pir dijwar e'
    Serokê DISIADê: ‘Berê Tirkiyayê mase terk kir’
    Li gorî kovara TIME Pûtîn ‘mirovê salê’ ye
    Barzanî Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê pêşwazî kir
    YPGê bîlançoya şerê meha Mijdarê eşkere kir
    Etîketan:
    John Kerry, Sergey Lavrov, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de