23:20 21 Gulan 2018
    Dmitriy Peskov

    Kremlîn: Tenê rêyeke têkçûna DAIŞê heye

    © Foto : Host photo agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku, ji bo tekoşîna li dijî terorîzma navneteweyî divê yekîtî nû û mezin bê saz kirin.

    Konseya Ewlehiya Rûsyayê
    © Sputnik / Aleksey Nikolskiy
    Moskova - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku, ji bo tekoşîna li dijî terorîzma navneteweyî divê hevpeymaniyeke berfireh were ava kirin.

    Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got, ji bo tekoşîneke bi bandor li dijî terorîzmê were dayîn divê koalîsyoneke mezin û hevpar bê çêkirin. Û niha terorîzma navneteweyî beşeke axa Iraq û Sûriyeyê dagir kiriye û ev ji bo me hemûyan metirsiyê çêdike.

    Avakirina koalîsyonê nabe mijara bazaran

    Dmitriy Peskov di dirêjiya axaftina xwe de ragihand ku, ji bo avakirina koalîsyonekê hewceyî bi tu bazaran tuneye. Koalîsyon bi bazaran nayê avakirin, divê bizanibin ji yekîtiyê pê ve tu rê serkeftinê di tekoşîna dijî terorê nade mirov.

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Pûtîn û Erdogan li Parîsê hevdîtinê nakin
    Kremlîn: Tirkiye meydanê ji me re dixwîne
    Kremlîn: Pûtîn daxwaza hevdîtina Erdogan qebûl nekir (Gav bi gav tê nûkirin)
    Kremlîn: Em li Sûriyeyê operasyona bejayî nakin
    Kremlîn: 'Hevdîtina Pûtîn û Hollande pêşhefteyê ye'
    Etîketan:
    Koalîsyona Navneteweyî, Dmitriy Peskov, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de