11:39 24 Îlon 2017
Zindî
    Lavrov

    Lavrov. ‘Me tişteke nû ji Çavuşoglu nebihîst'

    © Sputnik/ Îlya Pitalev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 302 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro li Belgradê di çarçoveya civîna OSCEyê de bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin pêk anî.

    Belgrad - Hevdîtina Lavrov-Çavuşoglu piştî ji hêla Tirkiyeyê ve xistina balafira Rûsyayê hevdîtina yekem bû û ji ber vê jî gelek girîng bû.

    Lavrov: Min tişteke nû nebihîst

    Lavrov ragihand ku wî di hevdîtinê de derbarê xistina balafira Rûsyayê de tişteke nû nebihîstiye.

    Lavrov çawa ku duh piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Sirbistanê Îvitsa Daçiç re jî anî bû ziman, dîsa got: ‘Divê sînorê Tirkiye-Sûrî bête girtin. Ev jî bi hevkarî û li lihevkirina hemû hêzên ku ji hewayê an li bejahiyê operasyonan pêk tînin ve mimkun e.'

    Lavrov ragihand ku feraseta Amerîkayê jî divê mijarê de wiha ye û destnîşan kir ku derbarê girtina sînorê Sûrî-Tirkiye heta niha tu amadekarî an projeyeke nehatiye kirin

    Herwiha derbarê hevdîtinê de Çavuşoglu daxuyanî da.

    Çavuşoglu got: ‘Ez nikarim bêjim ku di hevdîtina yekem de pirgirêk çareser bûn. Me ji bo pîlorê rûsî sersaxî xwest. A niha me derbarê Rûsyayê de tu biryar hilnedaye. Em sebir dikin ku têkiliyên me ber bi başiyê ve biçe.'

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu bi dawî bû
    Lavrov: Xistina balafirê çalakiyeke parastina terorîstan bû
    Lavrov: Di zîrweya OSCEyê de ez ê bi Çavuşoglu re hevdîtinekê bikim
    Lavrov û Kerry derbarê pêşveçûnên herî dawîn de axivîn
    Lavrov: Krîza Sûriyeyê bê Esad çareser nabe
    Lavrov: Xistina balafirê wekî êrişa welat e
    Lavrov: Di mijara tekoşîna dijî terorê de ez li benda pêşveçûna me
    Etîketan:
    Mevlut Çavuşoglu, Sergey Lavrov, Sirbistan, Belgrad
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de