16:01 20 Îlon 2017
Zindî
    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê

    Rûsya: Em ê delîlên nû yên têkiliya DAIŞ û Erdogan pêşkêş bikin

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2310

    Serokê Komîteya Parastinê a Lijneya Federasyona Rûsyayê Viktor Ozerov diyar kir ku, em ê delîlên nû yên têkiliya DAIŞ û Erdogan pêşkêş bikin.

    Navenda Nûçeyan — Ozerov diyar kir ku, derbarê têkiliya DAIŞ û Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan de delîlên me bes in, heke ev têr nekin em dikarin yên nû jî pêşkeş bikin.

    Vîktor Ozerov di berdewamiya axaftina xwe de got, di destê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de delîlên din jî hene ku Erdogan bi DAIŞê re bazirganiya petrole dike. Heke ev delil têr nekin yên nû dê werin pêşkêş kirin.

    Ozerov di dirêjiya axaftina xwe de got, anîna tedbîrên ekonomîk bi xistina balafira SU-24ê ve girêdayî ye, her tişt bi lêborîn xwestina Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Rûsya li benda lêborîn xwestina Tirkiyeyê ya fermî ye ku xistina balafirê dijqanûnî bû. Tirkiye tenê ne ji Rûsyayê divê ji malbata pîlotê kuştî jî lêborînê bixwaze. Ji bo tedbîrên nû her tişt li benda şekle lêborîn xwestina Tirkiyeyê ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Cezayê ji bo ‘pasteyê Ocalan' tê xwestin diyar bû
    MÛSİL- DAIŞê 3 kurd kuşt!
    YPG: ‘12 çeteyên DAIŞê hatin kuştin, yek birîndar ket dest'
    Milyonek kurdî berên xwe dan Kerbelayê
    Derhênerê Mîrê Gustîlan ‘Doza Gollum' şîrove kir
    Etîketan:
    Komîteya Parastinê a Lijneya Federasyona Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Viktor Ozerov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de