04:32 24 Îlon 2017
Zindî
    Vladimir Putin

    Pûtîn: Terorîzm bi piştgiriya welatekî xelas nabe

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 48211

    Axaftina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn ya Meclîsa Federal li salona Georgiyevskiyê destpêkir.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn bi zindî temaşe bikin.

    Axaftina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn ya Meclîsa Federal li salona Georgiyevskiyê destpêkir.

    12.01 - Gotara Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn bi xwendina sirûda neteweyî ya Rûsyayê bi dawî bû.

    11.45 — Em ji hev veqetin ê me tune bikin

    Heke em ji hev veqetin ê me tune bikin. Hêza me di yekîtî, artêş û malbatbûna me de ye. Mutleqa bi yekîtiyê em ê bi serkev in.

    Tevlîbûna Kirimê bi Rûsyayê re bersiveke xurt da terora navneteweyî.

    Divê em li benda zêdebûna bûhayê petrole neminin û bingeha ekonomiya xwe biguherînin, bi vî awayî em ê ewlehî, geşepêdana civakî û gelek pirsgirêkên heyî em ê bikaribin çareser bikin.

    Rûsya hetanî sala 2020an divê hemû fekî û zaxireya xwe ji berhemên xwemalî dagire.

    11.40 — Heke terorîst li Sûriyeyê bi serkevin ê werin Rûsyayê jî

    Terorîstên ku li Sûriyeyê bi cih bûne ji bo Rûsyayê tekdîdeke taybet çêdikin. Di nava wan de gelek kesên ku ji Rûsyayê û ji Civata Dewletên Serbixwe ne hene. Pere û çekan distînin û hêza xwe zêdetir dikin. Heke gelekî bi hêz bibin û serkeftina bi dest bixin, wê demê bê şik ê werin Rûsyayê jî. Wê hewl bidin ku li Rûsyayê tovê kîn û dijminahiyê bireşînin û mirovan bikujin. Divê em taqîba wan bikin û wan tune bikin. Ha ji bo vê û li ser daxwaza hikumeta meşru me li Sûriyeyê dest bi operasyonên hewayî kir.

    Di Meclîsa Federal de Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev, Serokê Dûmayê Sergey Narişkîn û Patrîkê Ortodoksa Rûsî jî guhdariya Pûtîn kirin.
    © Sputnik/ RAMİL SİTDİKOV
    Di Meclîsa Federal de Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev, Serokê Dûmayê Sergey Narişkîn û Patrîkê Ortodoksa Rûsî jî guhdariya Pûtîn kirin.

    11.37 — Leşkerên ku li Sûriyeyê li hemberî grûbên terorîst tevlî operasyonan dibin di rastiyê de ji bo Rûsyayê şer dikin.

    Axaftina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn li Meclîsa Federal zêdetirî 500 rojnamevanên rûsî û biyanî dişopînin.
    © Sputnik/ РАМИЛЬ СИТДИКОВ
    Axaftina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn li Meclîsa Federal zêdetirî 500 rojnamevanên rûsî û biyanî dişopînin.

    11.35 — Me xayîntî daîma kiryareke rûreşî dît

    Me xayintî bi kesî nekiriye û em xayintiyê kiryareke rûreşî dibinin.

    Ji bo tekoşîna dijî terora navnetweyî divê em mil bidin hev û li hemberî terorê bereyeke mezin û bi hêz ava bikin. Divê hinek dewlet li dijî terorê helwesta xwe zelal bikin û dev ji bi kar anîna wan berdin.

    11.30 — Tirkiye ji ambargoya firingiya ya Rûsyayê zirar nabîne

    Tirkiye ji ambargoya firingiyan ya ku Rûsyayê daniye ser şirketên tirkî zirarê nabîne. Di rastiyê de Tirkiye wê ji hevkariya terorîstan zirarê bibine.

    ​Divê destûr neye danîn ku bi terorîstan re bazirganî were kirin. Em ê bert û zirtên şer li Tirkiyeyê nekin.

    11.25 — Tirkiye wê poşman bibe

    Ez nizanim bê tirkan çima balafira me xist. Çima ev tişt kirin Xweda dizane. Me dikaribû hemû probleman çareser bikin. Lê Xweda rêvebirên Tirkiyeyê kêm aqil kir û ceza da wan. Ji xistina balafirê rêvebiriya Tirkiyeyê berpirsyar e û wê poşman bibin. Moskova nikare çavê xwe ji alîkariya Enqere ku bi terorîstan re dike bigre.

    11.20 — Ji kuştina pîlotê me rayedarên Tirkiyeyê berpirsyar in, em vê tucarî ji bîr nakin

    Ji kuştina pîlotê me rêvebirên Tirkiyeyê berpirsyar û mesul in, em ê vê tucarî ji bîr nekin.

    Em gelê Tirkiyeyê û rayedarên wê nakin wekî hew

    11.10 — Li Tirkiyeyê bi petrola diziye em dizanin bê kî berîka xwe tijî dike û kî ji bo rêxistinên terorîst endaman peyda dike. Gelê Tirkiyeyê baş e, xebatkar e. Gelê Tirkiyeyê ji berê de dostê me ye. Belkî li Tirkiyeyê dostê baş û bi ewle li Rûsyayê hebin. Bila bizanibin em gelê Tirkiyeyê û rayedarên wê nakin wekî hev û bil ali benda me û bertan neminin.

    11:09 - Niha Iraq, Libya û Sûriye bûye cihê anarşîstan û hemû dinyayê tehdîd dike. Ne gengaze ku dewletek terorîzmê têk bibe û bi taybetî ku sînor vekirî bin û însan koçber bikin pir zahmet e.

    11.08 - Pûtîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên terorîstî û di nava van de 224 rêwîyên balafira ku li Misrê ketibû bi bîr anîn.

    11.07 — Dewleta Rûsyayê bi salane di tekoşîna dijî terorê de di cebhê pêş de cih girtiye.

    11.05 — Pûtîn: Endamên Konseya Federasyonê yên birêz, endamên Dûmayê û hemwelatiyên Rûsî, ez ê bi spasiya Hêza Hewayî ya Rûsyayê dest bi axaftina xwe bikim.

    Bi rêzgirtinê destpêkir

    11.00 - Destpêka axaftinê bi rêz girtina leşkere ku di operasyonâ hewayî ya Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dabû destpêkir.

    ​Konseya Federasyona Parlamentoya Rûsyayê û nêzî hezar wekîlê Dûmayê ji bo ku li Serokê Dewleta Rûsyayê guhdar bikin hatin Qesra Kremlînê li salona Georgiyevskiyê cihê xwe girtin. Zêdetirî 500 rojnamevanê rûsî û biyanî axaftina Pûtîn guhdar dikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş serdana ofîsa Herêma Kurdistanê kir
    Brîtanya jî li Sûriyê dest bi lêdana komên terorîst kir
    Cebar Yawer: Amerîkayê çekên giran ji pêşmerge re şandin
    Li Amerîkayê êriş: 14 kuştî 14 birîndar
    Barzanî: Sedema nedana çekan bêdewletiya Kurdistanê ye
    Etîketan:
    Vladimir Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de