03:39 21 Tebax 2017
Zindî
    Delava Stenbolê

    Tirkiye delavên xwe nikare ji keştiyên rûsî re bigre?

    © Sputnik/ Sobolev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1410

    Komutanê Fîloya rûsî yê Behra Reş Viktor Kravçenko diyar kir ku, Tirkiye li gorî Peymana Delavan ya Montroyê nikare delavên xwe ji keştiyên Rûsyayê re bigre.

    Navenda Nûçeyan — Komutanê Fîloya rûsî yê Behra Reş Viktor Kravçenko diyar kir ku, Tirkiye li gorî Peymana Delavan ya Montroyê nikare delavên xwe ji keştiyên Rûsyayê re ku diçin operasyonên Sûriyeyê bigre.

    Kravçenko di berdewamiya axaftina xwe de got, Tirkiye nikare rê li ber keştiyên ku diçin Sûriyeyê bigre, heke rê li ber keştiyan bigre hem peymana Montroyê û hem jî hiqûqê navneteweyî îhlal dike. Tirkiye di şerê cihanê yê 2yemîn de digel zoriya Almanyaye jî delavên xwe ji bo keştiyan negirtî ye. Û niha ji bo girtinê tu sedem tuneye.

    Tirkiye li gorî Peymana Delavan ya Montroyê ku di sala 1936an de îmze kiriye, heke Tirkiye di şer de teref be dikare delavên Stenbol û Çanakkaleyê ji keştiyan re bigre, lê ku ne teref be nikare delavan bigre. Di dema şer de Tirkiye ne teref be destura keştiyan ji bo derbasbûnê dide.

     

     

    Bi heman mijarî:

    14 rojên tofanî: Nisêbîn
    Davutoglu: Em dixwazin qanalên pêwendî yên leşkeri bi Rûsyayê re vekin
    Navenda Zanistî ya Tirkî û Rûsî li Moskovayê hat asêkirin
    Amerîkayê kuştî û ziyanên DAIŞê eşkere kirin
    Hevdîtina Erdogan û Obama dest pê kir
    Etîketan:
    Tirkiye, Viktor Kravçenko, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de