09:58 21 Îlon 2017
Zindî
    Parlamentoya Rûsyayê

    Parlamenterê rûsî: Hetanî Tirkiye lêborînê nexwaze pêwendî baş nabin

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Axaftina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû, ‘em xemgîn in, me ne dixwest tiştek wiha bibe' li Rûsyayê deng veda.

    Moskova — Axaftina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû, ‘em xemgîn in, me ne dixwest tiştek wiha bibe' li Rûsyayê deng veda.

    Parlamenterê Dûmaya Rûsyayê û her wiha kordînatorê gruba têkiliyên bi parlamentoya Tirkiyeyê re İldar Gilmutdinov diyar kir, piştî ku Tirkiyeyê balafira me xist xware dixwaze bê lêborînê ji vê krîzê derkeve.

    Gilmutdinov di berdewamiya axaftina xwe de got, piştî ku balafir hat xistin rewşa ku Tirkiye kete, daxuyaniyên ku hatin dayîn, em mecbûrî girtina bergiriyan kir. Niha jî dixwazin bê ku lêborînê bixwazin têkiliyan wekî berê xweş bikin.

    iyê din ve Cîgirê Serokê Lijneya Parastinê ya Federasyona Rûsyayê Frants Klintseviç ji ajansa RİA Novostiyê re axivî û got, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan axaftina xwe guherand xuyayê ku qoltuxê wî diheje. Welatê wî jî wî fêhm nake. Pêşî got ‘heke îhlal were kirin em ê dîsa vî tiştî bikin' niha jî dibêje ‘ez gelekî xemgîn im'. Ev fênekî ye.

    Bi heman mijarî:

    Li Iraqê êrîş: 5 mirî 15 kes jî birîndar bun
    Kremlîn: Tirkiye meydanê ji me re dixwîne
    Netenyahû Pêwîste em piştgiriya Kurdistana serbixwe bikin
    Heşda Şebî ji malekê 13 kes kuştin
    Kabîneya Rûsyayê îro bi rojeva Tirkiyeyê dicive
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, Frants Klintseviç, İldar Gilmutdinov, Recep Tayyip Erdogan, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de