12:02 26 Îlon 2017
Zindî
    Dmitriy Medvedev

    Kabîneya Rûsyayê îro bi rojeva Tirkiyeyê dicive

    © Sputnik/ Dmitry Astakhov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Hikumeta Rûsyayê li hemberî Tirkiyeyê ji bo sepandina tedbîrên ekonomik û bersivdayîna balafira SU-24ê dê bicive.

    Navenda Nûçeyan - Hikumeta Rûsyayê piştî krîza xistina balafirê ji bo bersivdayîna çalekiya êrişker û sepandina tedbîrên ekonomik yên li dijî Tirkiyeyê, Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev îro bi endamên kabîneya xwe re tê cem hev.

    Her wiha di civînê de tê pêşbînî kirin ku, têkiliyên turîzmî yên bi Tirkiyeyê werin sekinandin, kêmkirin an jî qedexekirina keştî û balafirên tirkî bo qada Rûsyayê, astengkirina şirketên tirkî ên sektora înşeatê û kêmkirina berhemên îtxalatê dê were nirxandin.

    Dibe ‘Herka Tirkî' û ‘Akkuyu' jî bê betal kirin

    Wezîrê Ekonomî û Geşepêdanê yê Rûsyayê Aleksey Ulyukayev ragihandibû ku, tedbîrên ekonomîkî dibe bandorê li projeyên me yên hevpar jî bike û di vê çarçoveyê de xeta xazê ya ‘Herka Tirkî' û santrala atomî ya Akkuyu jî dê werin sekinandin an jî betal kirin.
    Her tişt bi hevdîtina Pûtîn û Erdogan ve girêdayî ye

    Ji aliye din ve malpera Gazeta.ru ku dispêrê rayedarekî dewleta rûsî û radigihîne, tedbîrên ekonomik yên li dijî Tirkiyeyê li benda hevdîtina Parîsê ya Pûtîn û Erdogan e. Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan berî civînê daxwaz kiribû ku bi Pûtîn re hevdîtinekê bike.

    Her wiha hê ji Serokê Rûsyayê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bersivek erênî an jî neyînî nehatiye.

    Bi heman mijarî:

    Li navçeya Silopiya Şirnexê ciwanek bi guleyan hat kuştin
    Li Kobanî di encama teqîna mayinekê de zarokek bû qurbanî
    Hêzên Pêşmerge li Mûsilê DAIŞ têk bir: 150 kuştî
    Mizgefta ku tîmên taybet xerab kir, ji îbadetê re vebû
    Li Nêcîriya teqîn: 21 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    Tirkiye, Rûsya, Recep Tayyip Erdoğan, Dmitriy Medvedev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de