02:15 24 Tebax 2017
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Rûsya: Me bi Tirkiyeyê re hemû pêwendiyên xwe yên leşkerî dan rewastandin

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2710

    Îgor Konaşenkov: ‘Xeta sor ku ji bo li Sûriyê qezayên leşkerî pêk neyên hatibû vekirin jî tê de em bi TSKyê re hemû pêywendiyên xwe yên leşkerî dan rawestandin.'

    Moskova — Beşên ji daxuyaniya Konaşenkov wiha ne:
    —   Hemû pêywendiyên navbera TSK û Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hate rawestandin.

    —   Me nûnerê xwe yê li Fîloya Deryaya Reş ku bi hêzên deryayî yên Tirkiyeyê re faliyetên me kordîne dikir, gazî Moskavayê kir.

    —   Tirkiye derbarê xistina balafira Su-24 ê ji ataşeya leşkerî ya Rûsyayê re agahî dayînê red kir.

    -    Sererkaniya tirk îro ragihandiye ku wan dengên pîlotên F-16 û Su-24 dane çapemeniyê. Ev îdiayên hanê ku di çapemeniyê de cih girtiye derew in.

    —   Îdiayên di nûçeyan de cih girtiye ku dibêjin balafirên Rûsyayê êrişî konvoya leşkerî kiriye derew e.

    —   Balafirên Rûsyayê di nav 3 rojên borî de 134 perwazê kirine û li 8 cihan 450 hedefên terorîstan îmha kirine.

    —   Balafirên Rûsyayê yê Su-25 li bajarê Idlîbê li dijî El Nûsrayê operasyon pêk anîne. Di encamê de 1 tang, 2 wesayîtên zirxî, 3 otomobîl û gelek endamên teror hatin îmhakirin.

    —   Balafirên Rûsyayê dîsa li tesîsên petrolê ku di bin kontrola DAIŞê de kirin hedef. 24ê Cotmehê de balafirên Su-34 li Deyr Ez Zor û Reqqayê konvoya ku ji DAIŞê re petrolê dikşîne îmha kir.

    Bi heman mijarî:

    Fransa: 'Divê li dijî DAIŞê destekê bidin Kurdan'
    Pûtîn: 'Tirkiye bi zanebûn pêwendiyên me dixe rêya nehatinê' (Gav bi gav tê nûkirin)
    TSK: Em amade ne ku bi Moskovayê re hevkariyê bikin
    Etîketan:
    TSK, DAIŞ, İgor Konaşenkov, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de