07:54 24 Tebax 2017
Zindî
    Semion Bagdasarov

    Bagdasarov: Pêwîst e Rûsya bi tundî bersivê bide Tirkiyeyê

    © REUTERS/ RIA Novosti/Ruslan Krivobok
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 138 0 0

    Semion Bagdasarov derbarê xistina balafirira Rûsyayê de axivî û got: ‘Pêwîst e Rûsya bi tundî bersivê bide Tirkiyeyê.'

    Navenda Nûçeyan — Midûrê Giştî yê Navenda Lêkolînê ya Welatên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn, endamê Komîteya Karên Derve ya Konseya Dûma û parlamenterê berê Semîon Bagdasarov, derbarê pêşeroja pêwendiyên Rûsya û Tirkiyeyê yên piştî xistina balafira Rûsyayê û helwesta wê Moskowa nîşan bide ji Anfê nirxand.

    Bagdasarov got: ‘Pêwîst e li hember vê êrîşê bersiva me pir tund be, heta bêrehm be. Eger bersiv neyê dayîn, wê bûyerên wiha bidomin. Tirkiye dixwaze şerê li hember DAIŞê yê li Sûriyeyê pir demdirêj bimeşe. Ev li gor berjewendiyên wî ne. Ev şer wê tevahî welatên herêmê zeîf bixe, dereng an jî zû wê Tirkiye jî dest bi operasyonek bejahî bike û çi axê bixin destê xwe jî wê têxin bin kontrola xwe. Di şerê Sûriye de, Erdogan naxwaze hêzên hewayî yên Rûs serketî bin.'

    DIVÊ RÛSYA YEKSER PIŞTGIRIYA KURDAN BIKE

    Bagdasarov got: ‘Ma êdî dema wê nehatiye em balê bikşînin ser têkoşîna gelê Kurd a bi lehengtî dimeşîne? Ji bo Tirkiyeyê dijminekî ji DAIŞ'ê xetertir heye, ev jî Kurd in. Pêwîst e em vê bibêjin, nuqteya herî zeîf a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Ji ber vê jî divê Rûsya yekser piştgiriya Kurdên li Sûriye û Tirkiyeyê bike. Kurd şervanên pir wêrek in û niha pêwîst e Rûsya çekên nûjen bide wan. Ji bo vê jî mafê Kurdan heye.'

    ERDOGAN RÛYÊ XWE YÊ RAST NÎŞANÎ RÛSYA DA

    Ji ber vê jî ji bo Rûsya li Sûriye têk biçe, çi ji destê wê were wê Tirkiye pêk bîne. Tirkan xeta xwe ya sor derbas kirin û maskeyên wan ketin. Erdogan rûyê xwe yê rast ê li hember Rûsyayê nîşan da.

    Bi heman mijarî:

    Hollande: 'Desteka leşkerî ya ji bo kurdan cihê kêfxweşiyê ye'
    Fermandarê artêşa azad ji hêla Artêşa Sûrî ve li Çiyayê Kurmênc hate kuştin
    Malbatatên 6 polês û leşkerên destê PKKê de ne bang li meclisê kirin
    Ji KCDê banga ji bo Nisêbînê
    Medyaya Îsrayîlê: ‘Berjewendiya me û Rûsyayê ya hevbeş avakirina dewleteke kurdî ye'
    Serokê PAKê: ‘Firsend heye ku kurd bibin aktorên berjewendiya xwe'
    Fransa: 'Divê li dijî DAIŞê destekê bidin Kurdan'
    Piştî 14 rojan li Nisêbînê qedexe hate rakirin
    Etîketan:
    Navenda Lêkolînê ya Welatên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn, Semion Bagdasarov, Rojava, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de