09:05 17 Tebax 2017
Zindî
    Helîkoptera rûsî

    Li Rûsyayê qezaya helîkopterê: 15 mirî

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Li Rûsyayê li herêma Krasnoyarskê helîkoptereke ku 3 muretebat û 22 rêwî têde bûn ket.

    Navenda Nûçeyan — Li Rûsyayê li herêma Krasnoyarskê helîkoptereke ku 3 muretebat û 22 rêwî têde bûn ket. Li gorî zanyariyên berdest 15 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Helîkoptera Mi-8 ku ji balafirxaneya İgarkayê rabû piştî rabûnê bi 2 kîlometre li herêma rûbara Yeniseyê ket.

    Li gorî nûçeya ajansa RİA Novostiyê ku dispêre Wezareta Rewşa Lezgîn ya Rûsyayê ragihandiye ku di qezayê 3 jê muretebat 10 kesî jiyana xwe ji dest dan, lê ajansa Spûtnîkê hejmara miriyan wekî 15 kesan da.

    Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya İgarkayê û tê pêşbînî kirin ku helikopter ji sedema arîzeyeke teknîkî ketibe.

    Bi heman mijarî:

    Agehiyên noqara atomî ya Rusyayê ‘bi şaşî' gihiştin çapemeniyê
    Êrişên Rusyayê yên hewayî yên li dijî DAIŞê
    PYDyê ji bo şerê li dijî DAIŞê ji Rusyayê piştgirî xwest
    Fermanderekî DAIŞê di êrişa Rusyayê ya hewayî de hate kuştin
    ‘Artêşa Azad ji bo têkiliya bi Rusyayê re amade ye!
    Etîketan:
    Rûsya, RİA Novosti, Krasnoyarskê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de