07:28 21 Tebax 2017
Zindî
    Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin

    Pûtîn: 'Tirkiye bi zanebûn pêwendiyên me dixe rêya nehatinê' (Gav bi gav tê nûkirin)

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 42930

    Rojnameya Kommersantâ rûsî di nivîsa xwe de got, Rûsya ji bo parastina balafirên xwe yên şer dora 10 an jî 12 balafirên nêçîrvan dişine baregeha Hmeymimê ya Lazqiyeya Sûriyeyê.

    22: 00 — Putin: ‘Bi agir dilîzin!'

    Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Fransayê François Hollande civîneke hevbeş a rojnavanî pêk anîn.

    Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di konfransa rojnamevaniyê de li Moskow a paytextê Rûsyayê got: "Aliyên li hember terorîzmê cotstandartiyê dikin û aliyên bi DAIŞê re pêwendiyên kirîmînal ava dikin, bi agir re dilîzin"

    Vladimir Putin diyar kir ku Rûsya bi Fransayê re li ser bihevguhertina zanyariyan lihev kirine.

    Serokê Fransayê François Hollande jî ragihand, Her du aliyan li ser bihevre şerkirina li dijî DAIŞê lihev kiriye û herwiha derbarê wê yekê de ku li dijî komên dinên

    çekdar êriş neyê kirin, hizrên wan wek hev bûye.

    17.00 — Rûsyayê bangî welatiyên xwe Tirkiyeyê kir: Vegerin welatê xwe

    Wezareta Derve ya Rûsyayê ji hemwelatiyên xwe daxwaz kir ku neçin Tirkiyeyê.

    Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de bangî hemwelatiyên xwe kir ji bo hebûna metirsiya terorîzmê bila kes neçe Tirkiyeyê û ji bo sedemên taybet jî yên ku niha li Tirkiyeyê jî bila vegerin welatê xwe.

    16.25 — Erdogan: Em ê ji Rûsyayê lêborînê nexwazin

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Teyîp Erdogan diyar kir ku em ê ji Rûsyayê lêborînê nexwazin.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Teyîp Erdogan diyar kir ku em ê ji Rûsyayê lêborînê nexwazin yên ku qada me ya hewayî îhlal kirine bila lêborînê ji me bixwazin.

    Erdogan ji kanala CNN Internationalê re axivî û got, ji bo balafira ku hat xistin êm ê ji Rûsyayê lêborînê nexwazin. Terefê ku lêborînê bixwaze ne em in.

    15.00 — Zaxarova: We eqlê xwe xwariye

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir ku dê Lavrov di 3 û 4ê Berfanbarê de tevlî civîna Saziya Ewlehî û Hevkarî ya Ewropayê (AGİT) bibe.

    Zaxarova di civîna çapemeniyê de ragihand ku, kesên ku Enqere li Sûriyeyê diparêze tu eleqeya wan bi sivîlan re tuneye, ev hemû bi çek in. Dewleta Tirkiyeyê bi parastina komên çekdar sûc dike. Xuyaye ku NATO çavê xwe ji kiryarên Tirkiyeyê yên dijqanûnî re digre.

    Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got, pîlotê balafira ku hat xistin bi pareşûtê xwe avêt û ew ‘muxalifên aştixwaz' bi çekan êrişî wî kirin, we eqlê xwe xwariye, hûn çawa van kesên ku bi çekan êriş kirin bi aştîxwazî binav dikin.

    14.30 — Rojnamevanên rûsî: Cihadîstan em hedef girtin

    Rojnamevanên rûsî ku duhî li Sûriyeyê rastî êrişê hatibûn ragihandin ku milîtanên DAIŞ û El Nûsrayê bi zanebûn êrişî wan kirine.

    Yek ji rojnamevanê rûsî ku li Sûriyeyê rastî êrişê hat Aleksandr Jukov daxuyaniyek da û got, li gorî peymana Cenevreyê êlek û baretên me yên ku ‘çapemenî' li ser dinivîsand li ser me bûn. Her tiştê me li holê bû û digel vê jî êrişî me kirin.

    Rojnamevanên rûsî
    Rojnamevanên rûsî

    14.00 — Medvedev: Xistina balafira rûsî çalakiyeke êrişî ye

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev xistina balafira rûsî ji terefê Tirkiyeyê ve wekî çalakiyeke êrişî bi nav kir.

    Medvedev derbarê xistina balafira rûsî de axivî û got, xistina balafira rûsî ji terefê Tirkiyeyê ve êrişeke çalakiye. Li hemberî vê êrişa Tirkiyeyê min talimata bergiriyên ekonomik û însanî da hikumetê. Her wiha me bergiriyên leşkeri û dîplomatîk jî girtin. Û di çarçoveya bergiriyên nû de dibe em projeyên veberhênan jî bidin sekinandin.

    13.30 — Pûtîn: Wiha xuyadike ku Tirkiye bi zanebûn pêwendiyên me dixe rêya nehatinê

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn ji bo xistina balafira rûsî got, em ji terefê hevalbendên xwe ve ji piştê hatin xencer kirin û ev bi tu awayî nayê rave kirin.

    Pûtîn di hevdîtina 15 balyozên dewletên biyanî de axivî û dîsa got, em ji pişta xwe ve hatin xencer kirin. Di tekoşîna dijî terorê de yê ku me hevalbend didîtin bi xayintî em ji piştê ve xencer kirin û bi tu awayî ev nayê rave kirin. Tirkiye bi zanebûn pêwendiyên me dixe rêya nehatê û em bi vê xemgîn dibin.

    Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got, xistina balafira me di qada hewayî ya Sûriyeyê de hem dijî eqlê selimtiyê bû û hem jî dijî hiqûqa navneteweyî bû. Her wiha balafir hat xistin tu kesî lêborîn ji me nexwest. Hinek terorîstan baş dibinin û bi wan re bazirganiya petrole dikin, û ji vê bazirganiyê jî bi milyar dolaran pere kar dikin.

    13.00 — Sîstema parastina hewayî ya S-400î li Sûriyeyê hat bi cih kirin

    Piştî xistina balafira Rûsyayê ku ji terefê tirkî ve li sînorê Sûriyeyê hat avêtin Moskovayê sîstema parastina hewayî ya S-400î li Sûriyeyê hat bi cih kirin.

    Her wiha piştî xistina balafirê rûsî Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu jî pêşnîyara bi cih kirina sîstema parastina li Sûriyeyê kiribû û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn jî ev pêşniyar qebûl kir.

    Nûçegihanê ajansa RİA Novostiyê yê li Sûriyeyê ragihand ku vê sibehê Hêza Hewayî ya Rûsyayê li baregeha Hmeymima Lazqiyeyê sîstema S-400 hat bi cih kirin.

    Sîstema parastina hewayî S-400 xwediyê sîstemeke ku bi moşekan hetanî 400 kîlometreyî li hewayê li hedefan bide ye.

    Sîstema moşekên S-400
    © Sputnik/ Mihail Mokrushin
    Sîstema moşekên S-400

    12.30 — Çiyayê Sor kete destê Artêşa Sûriyeyê

    Herêma Çiyayê Sor ku cihekî stratejîke û li bakûrê rojhilatê Lazqiyeyê dikeve bi piştgiriya balafirên rûsî kete destê hêzên Sûriyeyê.

    Artêşa Sûriyeyê ev du roj in ji bo Çiyayê Sor ji destê Artêşa Azad û El Nûsrayê derbixe operasyonan dike. Artêşa Sûriyeyê vê sibehê bi piştgiriya balafirên Rûsyayê, Çiyayê Sor ku li herêma Çiyayê Kurmênc dikeve ji destên komên terorîst derxist.

    Artêşa Sûriyeyê
    © Sputnik/ MİKHAİL VOSKRESENSKY
    Artêşa Sûriyeyê

    12.00 — Rûsya kontrola li ser berhemên çandiniyê zêde dike

    Saziya kontrola berhemên çandinî ya Rûsyayê Rosselxoznadzorê destnîşan kir ku dê bi giştî dest bi kontrola berhemên çandinî yê ku ji Tirkiyeyê tên Rûsyayê bikin.

    Nûnera çapameniyê yê Rosselxoznadzorê Yulya Melano ragihand ku, ji îro şûnde hemû berhemên çandinî û xwarinê wê bi giştî werin kontrol kirin û em ê wan berheman têxin tesê laboratuwarê jî. Ev kontrol hetanî sere salê dê bidome.

    11.40 — Bozkir: hêvî dikim Çavuşoglu û Lavrov li Belgradê hevdîtinekê bikin

    Wezîrê Ewropayê Volkan Bozkir diyar kir ku, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û hevkarê wî rûs Sergey Lavrov di 3 û 4ê Berfanbarê de li Belgiradê wê di civîna Saziya Ewlehî û Hevkariya Ewropayê de hevdîtinekê bikin.

    Bozkir di berdewamiya axaftina xwe de got, hêvî dikim wezîrên herdu welatan li Belgiradê hevdîtinekê bikin û zanîneke berevajî vê di destê min de tuneye. Û belkî ev hevdîtin bibe gaveke xelaskirina krîza herdu welatan.

    11.20 — Rûsya: Me ‘Foruma Civakî' ya tirk û rûsî betal kir

    Serokê ajansa Rossotrudniçestvoyê a berpirsên têkiliyên însanî ya Rûsyayê Lyubov Glebova diyar kir ku me ‘Foruma Civakî' ya tirk û rûsî ku di meha berfanbarê de li Saint Petersburgê dê bihata kirin betal kir.

    Hevserokê Foruma Civakî ya tirk û rûs Glebova ragihand, ev forumên civakî her tim berî zîrweya serokan tê kirin û me jî di meha berfanbarê de çêkirina formeke wiha plan kiribû, lê ev forum het betal kirin.

    Ala Rûsya û Tirkiyeyê
    © Foto: akkunpp.com
    Ala Rûsya û Tirkiyeyê

    11.00 — Dibe zîrweya Pûtîn û Erdogan bê betal kirin

    Li gorî planê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Teyîp Erdogan di 15ê Berfenbarê de divê zîrweyekê li dar bixin.

    Hat ragihandin ku piştî xistina balafira rûsî li sînorê Sûriyeyê bûye sedema gengeşiyê tê gotin ku dibe zîrweya herdu serokan were betal kirin.

    Li gorî rojnameya Kommersanta rûsî ku herdu serokan di civîna G-20 ya Antalyayê de biryar dabûn ku di 15ê Berfanbarê de zîrweyekê li dar bixin hat betal kirin.

    Her wiha Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî ragihand ku li dar xistina zîrweyê bi hinek pêkaran re girêdayiye û betalkirina zîrweya herdu serokan nehatiye rojev ê.

    Vladimir Pûtîn û Recep Teyîp Erdogan
    © Foto: AA/ Aykut Ünlüpınar
    Vladimir Pûtîn û Recep Teyîp Erdogan

    09.30 — Rûsya balafîrên nêçîrvan dişine Sûriyeyê

    Rojnameya Kommersantê vê nûçeya xwe dispêre berpirsên leşkeri yê Rûsyayê û dibêje, piştî ku Tirkiyeyê balafira rûsî xist, Rûsyayê jî ji bo parastina balafirên xwe yên şer ku wan biparêze wê çend balafirên nêçirvan ku ji hewa jî dikarin moşekan bavêjin dê bişîne Sûriyeyê.

    Her balafirek dê balafireke nêçîrvan pêre be

    Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî piştî ku Tirkiyeyê balafira rûsî li sînorê Sûriyeyê xist ragihandibû ku dê ji vir pêve her balafirek wê balafireke nêçîrvan pêre hevaltiyê bike. Û çavkaniyê ku ji rojnameyê re jî ragihand dibêje, li Sûriyeyê 24 balafirên şerî hene ji vir pêve her balafir bêyî parastin dernakevin.

    Li gorî ragihandina çavkaniyê leşkeri, Sererkaniya Rûsyayê piştî xistina balafira rûsî 10 an jî 12 balafirên nêçirvan dê bişîne Sûriyeyê.

    Bi heman mijarî:

    Agehiyên noqara atomî ya Rusyayê ‘bi şaşî' gihiştin çapemeniyê
    Êrişên Rusyayê yên hewayî yên li dijî DAIŞê
    PYDyê ji bo şerê li dijî DAIŞê ji Rusyayê piştgirî xwest
    Fermanderekî DAIŞê di êrişa Rusyayê ya hewayî de hate kuştin
    Rusyayê li Kampa Perwerdehiyê ya DAIŞê da
    Etîketan:
    Sererkaniya Rûsyayê, Rojnameya Kommersantê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de