15:50 19 Hezîran 2018
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di dema cejna leşkerî-werzeşî de ya jibo xatirê Roja Floyê Leşkerî yê Deryayî li Baltîskê

Rûsya: Tirkiyeyê bi xistina balafirê li kêleka DAIŞê cih girt (Gav bi gav tê nûkirin)

© Sputnik / Mikhail Klimentyev
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev derbarê balafira li sînorê Sûriyeyê de hat lêxistin axivî.

21: 20 — Amerîka banga îtîdalê kir

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry derbarê xistina balafira rusî de banga diyalog û îtîdalê li Rûsya û Tirkiyeyê kir.

Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê daxuyaniyeke da û got: ‘Kerry banga îtîdal û diyalogê ji Rûsya û Tirkiyeyê re kiriye. Wezîrê me destnîşan kiriye ku bila herdu alî jî nehêlin ku ev bûyer li Sûriyê bibe sedeba gengeşiyên mezin.

Herwiha Kerry ji bo pîlotê jiyana xwe ji dest daye jî sersaxî xwest.

19:40 — Lavrov ji Kerry re ragihand ku peymana danîne hatiye îxlalkirin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê xistina balafira Rûsyayê de bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry re di telefonê de axivî. Lavrov telefonê de ragihand ku peymana derbarê ewlehiya operasyonên li Sûriyê de ku navbera Rûsya û Amerîkayê de hatibû îmxekirin, hatiye îxlalkirin.

Di daxuyaniya ji Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê  hat dayîn de wiha hat gotin: ‘Amerîka bi vê peymanê teqez kiribû ku Tirkiye jî di nav de hemû hêzên koalîsyonê wê li gorî vê peymanê tevbigerin. Lêbelê bê sedem Tirkiyeyê êrişî balafira Rûsyayê kir.'

19:00 — Kosaçev: Tirkiye ji çalakiyên DAIŞê mesûl e

Serokê Komiteya Têkiliyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantin Kosaçev ragihand ku Tirkiye piştgiriya aboriyê dide DAIŞê û got: ‘Tirkiye ji çalakîyê DAIŞê mesûl e'

Kosaçev got: ‘Mûtaîtên tirk dixwazin ji bê îstîkrariyê feyde hilînin û ji bo vê bi DAIŞê re hevkarî dikin. Tirkiye li wir tîcareta kaçaxtiya petrolê û dizîya berhemên hunerî dike.'

Kosaçev ragihand Tirkiye ku bi ser xwîna gelê Sûriyê bazirganiyê dike û dixwaze ji vê feyde hilîne.

18:10 — REK: Hiqûqa navnetewî hate binpêkirin

Rêxistina Ewlehiya Kolektîf ku Rûsya pêşengiya wê dike destnîşan kir ku bi xistina balafira rûsî, hiqûqa navnetewî bi awayekî tundî hate binpêkirin.

Îro REKê bi awarte civîneke li dar xist û pişt re daxuyanî da. REKê got: ‘Ev bûyer îxlalkirina hiqûqa navnetewî ye û wê encamên gelek giran derxe holê. Peymana ji bo li qada Sûriyê aloziyê pêk neyên  ku navbera Rûsya û Amerîkayê de hat danîn, rasterast hate îxlalkirin.

18:00 — Gruşko: NATO naxwaze ku gengeşî zêde bibin

Nûnerê NATOyê ya Rûsyayê Aleksandr Gruşko ragihand ku NATO naxwaze pirsgirêka navbera Rûsya-Tirkiyeyê de zêde bibe û got: ‘NATO alîgirê gengeşiyê nîne. Li gorî min, piştî ku pirsgirêk were çareserkirin, NATO xwe ji encamên ku tesîrê li îtifaqaê bike dûr dixe.'

Gruşko got: ‘Daxuyaniya îttifaqê weke şanoye lîstikê ye.'

17.50 — Rûhanî: Balafir di qada Sûriyê de bû

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî

Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî derbarê xistina balafira rûsî de daxuyanî da.

Rûhanî got: ‘Li gorî agahiyên heta vê demê gihştiye destê me, balafira ku hedef hatiye girtin di qada Sûriyê de bû.' Her wiha Rûhanî bang li dewletê Rûsya û Tirkiyeyê kir ku divê ev pirsgirêk bi xwînsarî û bi riya dîplomasiyê were çareserkirin.

17.40 — Kirim: Rêwîtiya Tirkiyeyê nekin

Serokwezîrê Kirimê Sergey Aksenov bangî welatiyan kir ku rêwîtiya Tirkiyeyê nekin.

Aksenov bangî welatiyan kir ku rêwîtiya Tirkiyeyê nekin û malên tirkî bi kar neynin. Sedema vê jî neku Tirkiye bi xetere ji bo ku li hemberî Rûsyayê dijminahiyê dike. Û piştî vê bûyerê em ê bi karmendên tirkiyayî re hevkariyê nekin, ez vê eşkere dibêjim û hêvî dikim kirimi jî piştgiriya min bikin.

17.20 — Pêşnûmaya ‘înkara komkujiya ermeniyan' pêşkêşî Dumayê hat kirin

Serokê Partiya Rûsyaya Dadwer Sergey Mîronov wiha diyar kir: ‘Me pêşnûmayeke ku ‘înkara komkujiya ermeniyan' dike sûc pêşkêşî Dumaya Dewleta Rûsyayê kir.

Mîronov di hisabê xwe yê Twiterê re de ragihand ku berî niha pêşnûmayek pêşkêşî Dûmaya Dewleta Rûsyayê kiriye. Pêşnûma înkarkirina kuştina ermeniyan dike sûc.

16.55 — Balyozxaneya Tirkiyeyê li Moskovayê dane ber keviran

Piştî xistina balafira rûsî li sînorê Sûriyeyê komek çalakvan Balyozxaneya Tirkiyeyê li Moskovayê dane ber keviran.

16.40 — Pîlot: Me ji Tirkiyeyê tu hişyarî ne stand

Pîlotê balafira ku Tirkiyeyê li sînorê Sûriyeyê xist xwarê Konstantin Murahtin axivî û got, me qada hewayî ya Tirkiyeyê îhlal nekir.

Murahtin di berdewamiya axaftina xwe de got, me qada hewayî ya Tirkiyeyê îhlal nekir. Ez wê herêmê wekî kefa destê xwe dizanim. Me saniyeka tenê jî sînor îhlal nekir û ji Tirkiyeyê ne bi deng û ne jî bi dîtbarî tu hişyarî nedît.

Murahtin di axaftina xwe de destnîşan kir ku, ya rastî me tu hişyarî ne stand. Ne bi radyo û ne jî bi dîtbarî tu pêwendî nehat kirin. Balafira SU-24 jî wekî F-16ê ye heke bixwesta em hişyar bikin dikaribûn dakevin asta me û xwe şanî me bidana, lê tiştekî wiha nekirin û ji nîşka ve moşekek li duvikê balafirê ket. Ji bo ku me moşek nedît derfeta me ya revê jî nema.

16.20 — Rûsya: Tirkiyeyê bi xistina balafirê li kêleka DAIŞê cih girt

Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê hevdîtina Lavrov û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê de daxuyaniyek da.

Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek da û got, dewleta Tirkiyeyê, balafira rûsî ku li Sûriyeyê li dijî terorîstan tekoşîn dida û wezîfeya xwe bi cih dianî û sînor jî îhlal nekiribû xist xwarê û bi vê xistina balafirê li kêleka DAIŞê cih girt.

16.00 — Lavrov: Min ji bo tirkmenan pirsek pirsî lê hevkarê min bêdeng ma

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku, min ji hevkarê xwe ji bo tirkmenan pirsek pirsî lê hevkarê min bêdeng ma.

Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got, li Sûriyeyê li herêma ku tirkmen lê dijîn bi hezaran milîtan, depoyên cebilxaneyan û baregehên wan yên leşkerî hene. Min ji hevkarê xwe pirsî hûn çima pir dixwazin li Sûriyeyê ‘herêmeke tampon' çêkin û çima hûn parastina van milîtanên ku baregehan dikin, lê min bersiva vê pirsê jî negirt.

15.45 — Gorbaçov: Pûtîn di helwesta xwe de rast e

Serokê Yekîtiya Sovyetê yê dawî Mihail Gorbaçov diyar kir ku, piştî ku Tirkiyeyê balafira rûsî xist, metirsiya li ser aştiyê zêdetir bû.

Gorbaçov ji medyayê re axivî û got, bûyera 24ê Mijdarê bê çawa li Rûsya, ewropa û li cihanê gelek kes aciz kirin, min jî aciz kir. Û ez bawerim niha gelek kes dibêjin metirsiya li ser aştiyê zêdetir bû. Tekoşîna navneteweyî ya dijî terorê derbeyek mezin xwar. Ez helwesta Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn ya derbarê bûyerê de rast dibinim.

15.30 — Lavrov got hevdîtin tuneye, lê Tirkiye îsrar dike

Digel daxuyaniya Wezîrê Derve ye Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezareta Derve ya Tirkiyeyê di hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu de îsrar dike.

Berpirsekî Tirkiyeyê ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re axivî û got, em li pişta daxuyaniya xwe ne, di rojên pêş de herdu wezîr li Belgradê di civina Wezîrên Derve ya Saziya Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê (AGİT) de dê werin cem hev û ev piştrast kirin.

15.15 — Cameron: Mafê Tirkiyeyê heye ku qada xwe biparêze

Serokwezîrê Brîtanya David Cameron diyar kir ku, mafê Tirkiyeyê heye ku qada xwe biparêze û divê herkes jî rêzê li ber vî mafî bigre.

Cameron di axaftina xwe de got, mafê Tirkiyeyê heye ku qada xwe biparêze û divê herkes jî rêzê li ber vî mafî bigre. Hê rastî derneketiye holê, bê çawa mafê me heye ku em qada xwe parêzin mafê Tirkiyeyê jî heye ku qada xwe biparêze. Û em dikarin bi Rûsyayê re krîza Sûriyeyê lekolîn bikin.

15.00 — Balyozê rûsî tevlî resepsiyona Erdogan nebû

Balyozê Rûsyayê tevlî resepsîyona Serokomarê Tirkiyeyê Recep Teyîp Erdogan nebû.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Teyîp Erdogan piştî civîna Lijneya Dayîm a Bazirganî ya Rêxistina Hevkariya Îslamê ji bo beşdarvanan resepsiyonek li dar xist, lê nûnerê taybet yê Serokê Federasyona Rûsyayê Konstantin Şuvalov tevlî resepsiyona Erdogan nebû û di wêneyê giştî de cih negirt.

Resepsiyona Serokomarê Tirkiyeyê
© Foto : DHA
Resepsiyona Serokomarê Tirkiyeyê

14.50 — Rûsya: Wezareta Derve ya Tirkiyeyê derewand

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova nûçeya ku, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hevkarê wî yê tirk Mevlut Çavuşoglu di rojên pêş de dê werin cem hev derewand.

14.40 — Matviyenko: Em vê bûyerê jibîr nakin

Seroka Lijneya Federasyona Rûsyayê Valentina Matviyenko desnîşan kir ku, ew vê bûyera xistina balafirê jibîr nakin.

Matviyenko di axaftina xwe de got, êrişa li ser balafira SU-24ê astengkirina tekoşîna dijî terorîzmê ye. Em ji Tirkiyeyê ravekirina bûyerê û lêborînê dixwazin. Divê Tirkiye vê çalakiya dijqanûnî qebûl bike û xwîna kuştiyên me bide. Em ê xistina balafirê bê ceza nehêlin û vê bûyerê jibîr nekin.

14.20 — Tirkiye: Çavuşoglu û Lavrov biryara hevdîtinê dan

Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê Tanju Bilgiç derbarê axaftina Lavrov û Çavuşoglu de agahî da.

Bilgiç di hisabê xwe yê Twitterê de ragihand ku, di axaftina telefonê de herdu alî ji bo parvekirina kanalên leşkeri û zanînên dîplomatîk gihîştin rêkevtinekê. Biryar hat girtin ku herdu wezîr di rojên pêş de werin cem hev.

14.05 — Lavrov: Xistina balafirê dişibe provokasyonê

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo ketina balafirê daxuyanike çapemeniyê li dar xist.

Lavrov di daxuyaniyê de got, berî niha min bi hevkarê xwe yê tirkî re axivîm, hevkarê min got me miliyeta balafirê nizanîbû. Cihê ku balafir hat xistin ne tenê milîtan baregehên wan jî hene. Min ji hevkarê xwe pirsî gelo hûn van baregehên terorîstan diparêzin bersiv neda û bêdeng ma. Xistina balafirê dişibe provokasyonê.

Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got, em ê li hemberî Tirkiyeyê şer nekin û ne tiştekî veşartiye ku terorîst axa Tirkiyeyê bi kar tînin. Em ê piştî xistina balafirê pêwendiyên xwe bi Tirkiyeyê re bi awayekî cidî dîsa ji çav derbas bikin. Û niha di planên me de mêvankirina berpirsyarên tirkiyayî tuneye. Ne ji bo heyf standinê me ji hemwelatiyên xwe re got neçin Tirkiyeyê, ev şîreteke û bi sedemên objektif ve girêdayî ye.

Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de got, ji bo pêşketin di pêvajoya Sûriyeyê de çêbibe divê dewletên rojava helwesta xwe li hemberî kurdan zelal û hevpar bikin.

13.45 — Zaxarova: Tu van gotina jibîr neke, ez jî jibîr nakim

Berdevka Wezreta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova nerazîbûna xwe nîşanî Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Mark Toner da. Toner gotibû, ‘mafê serhildêrên tirkî û Sûriyeyê heye ku xwe li hemberî êrişên Rûsyayê biparêzin.

Zaxarova li hemberî vê daxuyaniya Mark Toner di hisabê xwe yê faceebookê de bersivek bi hestiyar da û got, ‘tu van gotinê xwe jibîr neke, bila tim di bîra te de be. Ez jî ez ê van gotina jibîr nekim.

Запомните эти слова. Навсегда запомните. И я не забуду никогда. Обещаю. СМИ: "Госдепартамент США не исключает, что стр…

Posted by Maria Zakharova on 24 Kasım 2015 Salı

13.30 — Davutoglu: Fermana lêxistina balafira rûsî min da

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu derbarê xistina balafira rûsî ku li sînorê Sûriyeyê hat avêtin de got, fermana lêxistina balafirê min da.

Davutoglu di berdewamiya axaftina xwe de got, balafira hat xistin guh neda hişyariyên me û hêzên me yên hewayî jî ew xistin. Di civîna sererkaniyê de min bi xwe ji wan re got tiştê hewceyî çi hebe bikin û balafir li gorî qaîdeyên angajmanê hat xistin.

13.20 — Miftiyê Rûsyayê: Divê Tirkiye lêborîna xwe ji Rûsyayê bixwaze

Miftiyên Misilmanên Rûsyayê Talgat Tacettîn diyar kir ku, divê Tirkiye lêborîna xwe ji Rûsyayê bixwaze.

Tacettîn di berdewamiya axaftina xwe de got, ev çalakiya ne dostanî hiqûqa navneteweyî binpê dike û ev derbeyeke ku li gelê Rûsyayê hatiye xistin. Divê Tirkiye lêborîna xwe bixwaze û îzaha xistina balafirê ji Rûsyayê re bike.

13.10 — Lavrov dê daxuyaniyeke çapemenî bike

Her wiha hat ragihandin ku derbarê xistina balafira rûsî li sînorê Sûriyeyê dê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro saet 13.00an dê daxuyaniyeke çapemî bike.

13.00 — Sûriye: Tirkiyayê desthilatdariya me îxlal kir

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd Muellim destnîşan kir ku, Tirkiyeyê bi xistina balafira rûsî bi êrişkarî desthilatdariya me îxlal kir.

Muellim di berdewamiya axaftina xwe de got, li hemberî çalekiya Erdogan û Tirkiyeyê ku balafira rûsî xistin û piştgiriyê didin terorîstan û her wiha êrişkirina pîlot me gelekî xemgîn kir. Ev rasterast sûcekî şer e. Erdogan bi xistina balafirê piştgiriya xwe ya ji terorîstan ji cihanê re eşkere kir. Enqere ev demeke dirêje bi terorîstan re di nav pêwendiyê de ye. Rûsya di tekoşîna dijî terorîzmê de li Sûriyeyê ji koalîsyonê bêtir tişt kirin.

12.50 — Peskov: Dibe Obama û Pûtîn di 30ê Mijdarê de hevdîtinekê bikin

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyarkir ku, dibe Pûtîn û Serokê Amerîkayê Barak Obama di 30ê Mijdarê de li paytextê Fransayê li Parîsê di zîrweya guherandina avhewayê de hevdîtinekê bikin, lê niha ji bo hevdîtinê plan tuneye.

12.30 — Pîlot: Niha ez baş im

Nûçegihanê Russia Today (RT) Roman Kosarev bi pîlotê balafira ku ji terefê Tirkiyeyê ve hatibû xistin re axivî.

Kosarev destnîşan kir ku, pîlot li baregeha Lazqiyeyê ji terefê bijîşkan ve hat kontrol kirin û got, ‘ez baş im’. Min di taştê de ev dît û baş xuya dikir û bijişkê wî got xeteriya wî jiyanê tuneye.

12.15 — Yûnanîstan: Em piştgiriya Rûsyayê dikin

Wezîrê Derve yê Yûnanîstanê Nîkos Kocyas ji bo ketina balafira rûsî li sînorê Sûriyeyê bi telefonê li hevkarê xwe Lavrov geriya.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Rûsyayê, Kocyas ji bo xistina balafir û kuştina pîlotê rûsî sersaxî xwest û Atîna ev çalekiyên Tirkiyeyê ne bi dostanî nirxand û gotiye ev çalekî di tekoşîna dijî DAIŞê de astengtiyan derdixe. Her wiha Yûnanîstanê di bûyera balafirê de piştgiriya welatê xwe da Rûsyayê.

11.55 — Pûtîn ‘Madalya Wêrekî' da 3 leşkeran

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn madalya wêrekî (Stêrka Zêr) da 3 leşkerên ku di dema operasyonan de jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî daxuyaniya Kremlînê Pûtîn madalya wêrekî da leşkerên ku jiyana xwe ji dest dan Oleg Anatoleviç Peşkova û ew wekî ‘Qahremanê Federasyona Rûsyayê' hat binavkirin. Her wiha pîlotên balafira duhî ku li sînorê Sûriyeyê ketibû yek ketibû destê cihadîstan û hatibû kuştin û yê din Konstantin Murahtin jî bi madalya wêrekî hat şerefkirin.

11.35 — Şoygu: Berpirsên leşkeri plana amadekariyê dikin

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu diyar kir ku, piştî xistina balafira rûsî ji bo bûyerên wiha neyên dubare kirin, berpirsên leşkeri şeve din plana amadekariyeke leşkeri kirin.

Lê Sergey Şoygu derbarê naveroka planê de tu agahî nedan

Şoygu destnîşan kir ku, ji bo bersivdayîna xistina balafira SU-24ê me pêşgiriyên lezgîn girtin û me kruvazora Moskova li qeraxa Lazqiyeyê bi cih kir. Kruvazor dê parastina baregehên rûs li Sûriyeyê bike.

Kruvazora Moskova
© Foto : Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
Kruvazora Moskova

11.25 — Kiliçdaroglu: Ne tehemûla tirkî û ne jî ya Rûsyayê ji şer re tuneye

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê xistina balafira rûsî li sînorê Sûriyeyê axivî û got, ne tehemûla tirkî û ne jî ya Rûsyayê ji şer re tuneye.

Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got, gotin em ê herin Şamê 3 milyon sûriyeyî anîn û hûn welat birêve dibin lê hûn rastiya cîranê xwe nizanin. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê bi temamî hilweşiyaye. Bi kîn û qahrê pêwendî nameşin û herdu welat jî divê bi eqlê selîm tevbigerin ne tehemûla tirkî û ne jî ya Rûsyayê ji şer re heye.

11.10 — Pûtîn: Em ê moşekên S-300 li Lezqiyeyê bi cik bikin

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn diyar kir ku, Rûsya li baregeha Hmeymima Lezqiyeyê dê sîstema moşekên S-300 bi cih bike.

Her wiha Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê jî gotibû em ê sîstema moşekên S-400 bişînin Sûriyeyê.

Her wiha Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got, piştî xistina balafira SU-24ê em nikarin îhtîmalên nû pişt çav bikin. Heke ev tişt were dubare kirin em ê berte nişan bidin. Dibe hemwelatiyên me li Tirkiyeyê jî rastî xeteriyan werin, hişyariya Wezareta Derve ya Rûsyayê raste û di cihê xwe de ye.

10.55 — Dûma îro bi rewşa awerte dicive

Lijneya Parastinê a Dumayê ya baskê Parlamentoya Rûsyayê îro bi mijara xistina balafira Rûsyayê civîneke awerte li dar dixe.

10.40 — Kremlîn: Em ê li baregeha Lezqiyeyê moşekên S-400 bi cih bikin

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu diyar kir ku, ew ê li baregeha Hmeymimê ya Lezqiyeyê sîstema moşekên S-400 bi cih bikin.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu diyar kir ku, hevalên me li Sûriyeyê li hedefên terorîstan didan û hatin kuştin. Em ê li baregeha Hmeymimê ya Lezqiyeyê sîstema moşekên S-400 bi cih bikin. Ev biryara bi cihkirina moşekan piştî xistina balafirê hat girtin.

Sîstema moşekên S-400
© Sputnik / Mihail Mokrushin
Sîstema moşekên S-400

10.20 — Riyabkov: Ji bo pêşgirtina qezayan Rûsya amade ye bi NATOyê re rûnê masê

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Riyabkov diyarkir ku, ji bo pêşî li girtina qezayên hewayî, Rûsya amade ye bi NATOyê re rûnê masê.

Riyabkov li New Yorkê di daxuayniya çapemenî de got, em dizanin NATO wê ne bêteref be, lê ji bo qezayê wiha nebin em amade ne bi NATOyê re renin masê û danûstandinê bikin.

10.05 — Rûsya: Me berteke tûj nîşanî balyozê Tirkiyeyê da

Wezareta Derve ya Rûsyayê diyarkir ku, duhî ji bo xistina balafira rûsî me berteke tûj nîşanî balyozê Tirkiyeyê li Rûsyayê da.

Cîgirê Lijneya Federasyona Rûsyayê İlyas Umahanov ji ajansa nûçeyan RİA Novostiyê re axivî û got, heke hewce bike em ê gazî balyozê xwe yê Enqereyê jî bikin, niha Wezareta Derve ya Rûsyayê vê mijarê dinirxîne.

09.50 — Pîlotekî balafira rûsî di destê Artêşa Sûriyeyê de ye

Balyozê Rûsyayê yê Fransayê Alexandre Orlov diyarkir ku balafira ku li sînorê Sûriyeyê hat xistin pîlotê wê di destê Artêşa Sûriyeyê de ye.

Orlov ji radyoyê Europe 1ê re axivî û got, pîlotek bi saxî niha di destê Artêşa Sûriyeyê de ye, lê pîlotê din bi birîndarî kete destê cihadîstan û wî bi awayekî wahşiyane kuştin.

09.30 — Medvedev: Telefîkirina vê zirarê pir zahmete

Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev derbarê balafira li sînorê Sûriyeyê de hat lêxistin axivî û got, ev bûyera lêxistina balafirê sûc e û dibe em projeyên xwe yên bi Tirkiyeyê re betal bikin.

Medvedev di berdewamiya axaftina xwe de got, hikumeta Tirkiyeyê bi lêxistina balafira rûsî bû sebebe 3 çalakiyên bi sûc:

*Bi mahneya parastina sînor têkiliyên Rûsya û NATOyê derketin asta xeteriyê.

*Dewleta Tirkiyeyê bi vê çalekiya xwe da nişandan ku milîtanê DAIŞê diparêze.

*Têkiliyên di nava Tirkiye û Rûsyayê pêwendiyên cîrantî yên baş, ekonomi û siyaset jî di nav de zirar dît. Telefîkirina vê zirarê pir zahmete. Ev çalaki dê bibe sedema gelek tiştên wekî betalkirina projeyên Tirkiye Rûsyayê û dê bandorê li şirketên tirk bike û dibe pozisyona xwe ya heyî jî winda bikin.

Bi heman mijarî:

Erdhejeke mezin: 7,5
Rûsya dê li hemberî DAIŞê piştgiriyê bide Fransayê
Pûtîn: Hêza Rûsyayê ji bo hemû projeyên xazê ku bi cih bîne heye
TAYBET - Yezdanpenah: Hêvî dikim ku Rûsya wekî Stalîn pişta xwe nede kurdan
Esad: ‘Li Sûriyê saya operasyonên Rûsyayê rewş baştir dibe'
Etîketan:
Rûsya, NATO, Dmitry Medvedev, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de