12:51 25 Îlon 2017
Zindî
    Vladimir Pûtîn

    Baregeha şerî ya Pûtîn şibandin fîlmê James Bond

    © Sputnik/ Aleksey Drujinin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4901

    Baregeha Navendî a Kontrola Parastina Neteweyî ya Rûsyayê di medya cihanê de deng veda.

    Moskova — Baregeha Navendî a Kontrola Parastina Neteweyî ya Rûsyayê ku operasyonen û tekoşîna li dijî terorîzmê li Sûriyeyê ji nêz ve dişopî ne, di çapemeniya cihanê de deng veda.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn hefteya borî serdana Baregeha Navendî a Kontrola Parastina Neteweyî ya Rûsyayê kiribû û derbarê operasyonên Sûriyeyê de agahî standibûn. Pûtîn di nava baregehê de bi komutanan re li pêşberî ekranên mezin dîmênên balafirên rûsî ku çeperên DAIŞê bombe dikirin temaşe kiribû.

    Serdana Pûtîn ya navenda leşkeri di medya cihanê de dengekî mezin veda. Rojnameya Washîngton Posta amerîkî di nivîsa xwe de peyva, ‘navenda baregeha şerî' bi kar anî û got, stêrka artêşa Rûsyayê ev dîzayna avahiya baregehê ye.

    Nûçegihanê El Cezîre yê Rûsyayê Rory Challands jî navend wekî ‘terza James Bond' bin av kir.

     Her wiha avahiya Navenda Kontrola Parastina Rûsyayê sala borî qedîya û 3 tebeqe ye, pîsta wê ku helikopter jî bikaribe deyne heye.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Besîc ji bo xwekujiyan amade ye
    DAIŞ û Eniya Fetîhê li sînorê Tirkiyeyê şer dikin
    Pûtîn li Tehranê ye û dê amûrên dewlemendkirina uranyumê ji Îranê re peyda bike
    El Nûsra ji bo çekên Amerîkayê spasiya Artêşa Azad kir
    TAYBET - Yezdanpenah: Hêvî dikim ku Rûsya wekî Stalîn pişta xwe nede kurdan
    Etîketan:
    Rûsya, Vladimir Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de