05:19 11 Kanûn 2017
Zindî
    Wezareta Karên Derve yên Rûsyayê

    Rûsya: Di dema teqîna Parîsê de NATO li ku bû?

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova daxuyand ku dema teqîna Parîsê çêbû NATO li ku bû.

    Balafira şer ya amerîkî
    © AP Photo/ Senior Airman Matthew Bruch
    Moskova — Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova daxuyand ku NATO bingeha xwe li ewropayê xurt dike lê gelê Fransayê ji êrişên terorîstî nikare biparêze.

    Zaxarova li Moskovayê bû mêvanê televîzyona Vestiyê û di bernameyê de got, NATO dibêje armanca me parastina hemwelatiyên dewletên endamên me ne. Ev koz e. Dema li 7 cihên Parîsê çek teqiyan û teqîn çêbûn NATO li ku bû? Ev rewşeke trajik e.

    Çalakiyên NATOyê jiyana mirovan xelas nakin

    Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got, NATO li her aliyê ewropayê bingehên xwe ava dike lê ev jiyana mirovan xelas nake. Em dixwazin hevkariyê bi hev re bikin lê NATO ji bo krîza Ûkraynayê xwe dûr dihêle.

    Divê Brîtanya me re hereket bike

    Mariya ZAxarova di dirêjiya axaftina xwe de daxuyand ku, divê Brîtanya di mijara Sûriyeyê de bi Moskovayê re hereket bike û gavên ku Brîtanya bavêje divê zirarê nede serweriya Sûriyeyê. Ji bo vê divê em hevkariyê bi hev re bikin.

    Bi heman mijarî:

    Qendîl hate bombebarankirin
    Li Weqfa Beşikçi panela Barzanî
    Li Bexdayê êrîşa komkujî: 9 mirî 28 birîndar
    Dewleta Holanda rasterast dê çekan ji pêşmerge bişîne
    Etîketan:
    Wezareta Karên Derveyî yê Rûsyayê, Rûsya, Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de