14:10 11 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimir Pûtîn

    Pûtîn: Krîza Maliyê da zanîn ku terorîzm sînoran nasnake

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn ji bo êrişa otelê peyama sersaxiyê ji Serokê Maliyê İbrahim Bubakar Keita re şand.

    Moskova - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn ji bo êrişa çekdarî ya otela Radisson li bajarê Bamakoyê ku 21 kes hatibûn kuştin, peyama sersaxiyê ji Serokê Maliyê İbrahim Bubakar Keita re şand.

    Pûtîn di peyama xwe sersaxî ji malbatên kuştî re xwest û got, ev bûyera êrişa otelê dîsa da zanîn ku terorîzm sînoran nasnake. Em li hemberî vê tehdîdê tenê bi hevkariyeke navneteweyî dikarin tekoşînê bidin.

    Her wiha duhî li bajarê Bamakoya Maliyê rêxistina El Murabitun ku baskê El Qaîdeyê ye êrişî otela Radisson Blu kiribû û 170 kes dîl girtibû.

    Di nava Kuştiyan de rûsî jî hene

    Ji aliye din ve Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova derbarê êrişa otela Radissona bajarê Bamakoyê de ragihand ku, di nava kuştiyan de hemwelatiyên Rûsyayê jî hene.

    Zaxarova ji ajansa RİA Novostiyê re ragihand ku, ez dikarim serast bikim ku di nava kuştiyên otela Bamakoyê de hemwelatiyên rûsî jî hene, lê niha derbarê hejmar û navên kesê kuştî de hê agahiyên zelal nehatine, heke zanyariyên nû werin em ê bi we re parvebikin.

    Bi heman mijarî:

    Ocalan: Ev 7 meh in haya me jê tuneye
    Dewleta Kanada heftane 6 hezar penaber digire
    Plansazê êrişa Parîsê Abaaoud hatiye Stenbolê jî
    Netewên Yekbûyî pêşniyara Fransayê qebûl kir
    Gewer û Nisêbîn: 3 kuştî û 3 birîndar
    Etîketan:
    El Murabitun, El Qaîde, Mariya Zaxarova, İbrahim Bubakar Keita, Vladimir Pûtîn, Malî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de