10:35 27 Gulan 2018
Vladimir Pûtîn û Sergey Şoygu

Ji Pûtîn şîroveya êrişên Sûriyeyê: Başe lê têrê nake

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn, diyar kir ku, Hêzên Hewayî yê Rûsyayê di operasyonên Sûriyeyê de wezîfeya xwe bi cih tînin.

Moskova - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn, diyar kir ku, Hêzên Hewayî yê Rûsyayê li Sûriyeyê di operasyonên dijî terorê de wezîfeya xwe bi cih tînin, lê hê rêyeke dûr li pêşiya me ye.

Pûtîn, di çarçoveya operasyonên Sûriyeyê de bi rayedarên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê re civînek kir. Pûtîn di civînê de got, wezîfeya xwe gelekî baş bi kar tînin, lê ev têra paqijkirina terorîstan ji Sûriyeyê û parastina Rûsyayê ji terorîstan nake.

Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got, li pêşiya me hê kar û xebateke zêde heye. Hetanî em negihîjin armancên xwe û ji bo pêşerojê li Sûriyeyê divê em pêngavên nû saz bikin û bighîjin hedefên xwe.

Her wiha ji xeyrî Serokê Rûsyayê, Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu û Sererkanê Rûsyayê Valeriy Gerasimov û hinek berpirsên parastinê jî tevlî civînê bûn.

Hejmara balafiran du qat hat zêde kirin

Wezîrê Parastinê Şoygu destnîşan kir ku, me tîma operasyona hêza hewayî derxistiye du qata û bi teqwiyeyên nû hejmara balafiran gihîşte 69an.

 

Bi heman mijarî:

Fermandarê Tu-22M3 raport da Pûtîn: 4 roj 60 sortî 42 hedef
Kremlin mijara operasyonên li Sûriyê zelal kir
6 şervanên YPGê hatin berdan
Civîna HDPê ya bi 43 balyozan re dest pê kir
Heqareta li ‘alaya kurdî’ Iraq hejand
Etîketan:
Rûsya, Valeriy Gerasimov, Sergey Şoygu, Vladimir Pûtîn, Rûsya, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de