10:43 27 Gulan 2018
Mariya Zaxarova

Zaxarova: Hê em nizanin kê balafir xistiye

© Sputnik / Maksim Blinov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir ku, hê em nizanin bê kê balafira me xistiye, lê em baş dizanin têkiliyên wan bi terorîzma navneteweyî re hene.

Penaber
© AFP 2018 / ARMEND NIMANI
Moskova — Zaxarova di civîna çapemenî de ragihand ku, yên ku bi bombeyê balafira me xistin wekî şênber em nizanin. Ji bo qefaltina wan me ji hevalbendên xwe yen biyanî alîkarî xwest. Lê em baş dizanin ku ew kes bi terorîzma navneteweyîre têkildar in.

Çûna Esad mijaran çareser nake

Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got, di tekoşîna dijî terorê de danîna şert û mercan nayê qebûl kirin û ev sûc e. Dibêjin ‘bila Esad here em ê paşî li dijî terorê tekoşînê bidin' ev sûc e. Wê demê wekî êrişa Parîsê hûnê sivîla têxin himêza DAIŞê. Çûna Esad pirsgirêkên heyî çareser nake.

Bi heman mijarî:

Penaber di sînor de mahsur man
Li Farqînê êriş
Lavrov: Krîza Sûriyeyê bê Esad çareser nabe
Li dijî ofisa RTyê êriş: 2 kuştî
Qedexeya li Nisêbînê di roja 7. de didome (gav bi gav tê nûkirin)
Etîketan:
Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de