08:32 13 Kanûn 2017
Zindî
    Lavrov

    Lavrov: Krîza Sûriyeyê bê Esad çareser nabe

    © Sputnik/ Îlya Pitalev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov diyar kir ku, krîza Sûriyeyê bêyî Beşar Esad bi awayekî aştiyane çareser nabe.

    Moskova - Lavrov di hevpeyvîna xwe ya Radyoyê Rossii de derbarê krîza Sûriyeyê axivî û got, hinek hevkarên me texmîn dikirin ku gelê Sûriyeyê dê serhildanê bike û Beşar Esad ji peywîra wî dûr bixe. Lê ev wiha derneket. Esad berjewendiya piraniya gelê Sûriyeyê diparêze. Ji bo vê heke di çareseriya krîza Sûriyeyê de Esad tunebe pêvajo naçe serî.

    Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got, piştî êrişa Parîsê dewletên rojhilat hê nû fêhmkirin ku mijara girîng ne çûna Esad e şerê li dijî DAIŞê ye. Ev nêrîna ku heke em Esad ji peywirê dûr bixin dê DAIŞ jî têk here hêdî hêdî winda dibe. Lewra DAIŞ jî wekî me dizane bê çi li Sûriyeyê diqewime û têkiliyên kî bi Esad re hene, DAIŞ dixwaze xilafeta xwe ava bike.

    Lavrov di 25ê Mijdarê de diçe Tirkiyeyê

    Her wiha Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku, Sergey Lavrov ji bo civîna Grûba Plankirina Stratejîk ya Rûsya û Tirkiyeyê dê di 25ê Mijdarê de here Tirkiyeyê.

    Bi heman mijarî:

    Qedexeya li Nisêbînê di roja 7. de didome (gav bi gav tê nûkirin)
    Cenazeyê Azîz Guler hat wergirtin
    Medvedev: Tu planên me yên veşartî ji bo deynê Ûkraynayê tunene
    Artêşa Rûsyayê moşeka İskender-M ceriband
    Barzanî xîmê projeya kurd û japonî avêt
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Rûsyayê, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de