00:44 13 Kanûn 2017
Zindî
    Dmitriy Medvedev

    Medvedev: Tu planên me yên veşartî ji bo deynê Ûkraynayê tunene

    © Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev diyar kir ku, tu planên me yên veşartî ji bo deynê Ûkraynayê tunene.

    Navenda Nûçeyan — Medvedev di zîrweya Hevkariya Ekonomî a Pasîfika Asyayê (APEC) de derbarê deynê Ûkraynayê de axivî û got, Ûkrayna 3 milyar dolar ji Rûsyayê deyndare û em ê ji bo deynê wê vesaziyeke nû bikin. Û em ê li hemberî vê vesaziyê daxwaza rakirina mûeyîdeyan jî nekin. Em mijara vesazkirina deynê Ûkraynayê ji konjektura siyasî cuda digrin, ji bo ku li Ûkraynayê mirovên nêzî me dijîn.

    Cara pêşî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn ragihandibû ku ew dikarin deynê Ûkraynayê ji nû ve vesaz bikin. Pûtîn gotibû, Ûkrayna di nava 2016 û 2018an de dikare salê milyarek dolar bide û bi vî awayî xwe safî bike.

    Ji aliye din ve Wezîrê Aborî yê Rûsyayê Anton Siluanov da zanîn ku, Ûkraynayê di sala 2015an de tenê 75 milyon dolar deynê xwe daye.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Rûsyayê moşeka İskender-M ceriband
    Barzanî xîmê projeya kurd û japonî avêt
    Iraq êdî dînarên kurdî çap dike
    Li hawirdora Şengalê xendeqan dikolin
    Di nava Çîn û Rûsyayê de peymana balafirên SU-35ê
    Etîketan:
    Anton Siluanov, Dmitriy Medvedev, Vladimir Pûtîn, Rûsya, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de