15:41 18 Kanûn 2017
Zindî
    Moşekên İskender-M

    Artêşa Rûsyayê moşeka İskender-M ceriband

    © Sputnik/ Alexei Danichev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Rûsyayê moşeka İskender-M bi şev di tetbîqatê de bi kar anî.

    Moskova — Artêşa Rûsyayê moşeka İskender-M bi şev di tetbîqatê de bi kar anî. Li gorî daxuyaniya Herêma Leşkerî a Navendî ya Rûsyayê, hêzên Rûsyayê li bajarê Orenburgê bi şev di tetbîqatekê de moşekên İskender-M bi kar anîn.

    Di daxuyaniyê de tê gotin ku, 50 serbaz û ji 20 hezara zêdetir wesayîtên leşkerî tevlî tetbîqatê bûn û tetbîqat gelekî bi serkeftî pêk hat.

    Di 20 deqîqeyan de ji operasyonê re amade ye

    Moşeka taktik İskender-M di 20 deqîqeyan de ji operasyona re amade dibe û xwediyê qabiliyeteke bilind û manewrayê ye. NATO van moşekan wekî ‘SS-26 Stone' bi nav dike. Ev sîstem li şûna OTR-23 Oka ya Peymana Çekên Atomî ku ji terefê Amerîka û Yekîtita Sovyetê ve di sala 1987an de hatibû îmze kirin digre.

    Her wiha Serokê Dewleta Rûsyayê biryar dabû ku hetanî sala 2020an ji sedî 70 çekên artêşê dê werin nûjenkirin û ji bo vê projeyê 325 milyon dolar hatiye veqetandin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî xîmê projeya kurd û japonî avêt
    Iraq êdî dînarên kurdî çap dike
    Li hawirdora Şengalê xendeqan dikolin
    Di nava Çîn û Rûsyayê de peymana balafirên SU-35ê
    PEW: Li Tirkiyê 6 milyon însan dilxwazê DAIŞê ne
    Etîketan:
    Artêşa Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de