09:34 12 Kanûn 2017
Zindî
    Werzişê yê Rûsyayê Vîtaliy Mûtko

    Wezîrê Rûsyayê: 'Bersiva FIFAyê ya ji bo temaşevanên tirk dê gelekî cidî be'

    © Sputnik/ Alexei Danichev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Werzişê yê Rûsyayê got ku FIFA dê tevgera temaşevanên tirk a di maça Tirkiya-Yûnanîstanê de bêbersiv nehêle.

    Navenda Nûçeyan — Duh êvarê li Stadyûma Fatîh Terîm a Stenbolê di navbera tîmên neteweyî yên tirk û yûnan de pêşbirkeke fûtbolê ya dostane hebû ku serokwezîrên her du welatan jî hatibûn temaşeyê. Beriya ku lîstik dest pê bike deqeyeke rêzgirtinê ji bo kuştiyên êrişa Parîsê hatibû xwestin û gelek kes rabûn piyan; lêbelê temaşevanên tirk tekbîr anîn û qareqar kirin. Paşê sîrûda neteweyî ya yûnanistanê hate xwendin û vê carê jî dîsa temaşevanên tirk yûhînî kir û fîtand. Ev tevgera tirkan di medyaya cîhanê de bi berfirehî hate nîqaşkirin.

    Îro Wezîrê Werzişê yê Rûsyayê Vîtaliy Mûtko li ser vê bûyerê daxuyaniyek da û got ku FIFA dê tevgera temaşevanên tirk a di maça Tirkiya-Yûnanîstanê de bêbersiv nehêle.

    Li gorî Wezîrê Werzişê yê Rûsyayê û Endamê FIFAyê Mûtko di stadyûman de nijadperestî, destdirêjî û şidet li her devera dinyayê hene; lêbelê ew tevgera temaşevanên tirk a li pêşbirka gogbaziyê Tirkiya û Yûnanistanê dê wisa bê lêpirsîn derbas nebe. Bêguman FIFA dê bersiveke gelekî cidî bide. Ji aliyê xwe ve em jî li Rûsyayê hewl didin ku li stadyûmên xwe zêdebariyan ji holê rakin.

     

    Bi heman mijarî:

    Kongreya Amerîkayê: Divê em rasterast çekan bidin pêşmerge
    Derbarê Fîgen Yuksekdag de lêpirsîn hat destpêkirin
    YPG: ‘Artêşa Tirk êrîşî çeperên me dike'
    TAYBET - Parlamenterê HDPê: Şerê nava PKKê û dewletê HDPê neda destpêkirin
    Li Parlamentoya Ewropa konferansa ‘Rojava'
    Etîketan:
    werziş, Vîtaliy Mûtko, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de