01:56 19 Hezîran 2018
Balafira rûsî

Balafirên rûsî yên herî pêşketî li Sûriyeyê ne

© Foto : Fotobank.ru/Getty Images
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Rûsya li Sûriyeyê operasyonên xwe li hemberî DAIŞê zêdetir kir û balafirên stratejîk Tu-160, Tu-95MS û Tu-22M3 yên herî pêşketî şandin Sûriyeyê.

Sergey Lavrov
© Sputnik / Mihayil Klimentyev
Moskova — Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, duhî balafirên Tu-160, Tu-95MS û Tu-22M3 li Sûriyeyê di operasyonan de hatin bi kar anîn. Balafirên Tu-22 li Dêra Zorê û Reqayê li hedefên DAIŞê dan û Tu-160 û Tu-95MS jî li Heleb û İdlîbê bi moşekan êrişî baregehên terorîstan kirin.

Ev balafir dikevin sinifa balafirên menzil dirêj. Balafira Tu-160 di nava balafirên şerî de wekî ya herî mezin tê zanîn û balafira Tu-95 jî wekî balafira herî bi lez tê nasîn.

Serokerkanê Rûsyayê Valeriy Gerasimov berê dabû zanîn ku, 8 balafirên êişê Su-34 û 4 heb jî Su-27 û jet jî di nav de bi tevahî 37 balafir ji bo operasyonan şandin Sûriyeyê.

Her wiha Hêza Hewayî ya Rûsyayê ragihand ku, ji destpêka operasyonan (30ê Îlonê) heta niha balafian hezar û 800 sortî pêk anîn û nêzîkî 2 hezar û 700 hedefên terorîstan hatin îmha kirin, di operasyonan de bi 100an militan hatin kuştin û bi 10an baregeh û cebilxane hatin rûxandin.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Xistina balafirê wekî êrişa welat e
Tahir Elçi: Selamet Yeşilmen bi fîşengeke balîstîk hatiye kuştin
Li Erebîstana Siûdî şer: 2 polês hatin kuştin
Heşda Şeibî çawa hate Kurdistanê û budçeya wê çiqas e?
Medvedev: Dibêjin cîhan bibe dojeh jî em bi Rûsyayê re naxebitin
Etîketan:
Rûsya, DAIŞ, Valeriy Gerasimov, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de