21:43 22 Mijdar 2017
Zindî
    Pûtîn û Hollande

    Kremlîn: 'Hevdîtina Pûtîn û Hollande pêşhefteyê ye'

    © Foto: Host Photo Agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2 0 0

    Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls derbarê serdanên Serokomarê Fransayê yên pêşhefteyê de ligel radyoya France Interê re hevpeyvînek kir û herwiha Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov jî gotinên wî piştrast kirin.

    Moskova — Li gorî hevpeyvîna Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls a bi radyoya France Interê re ‘Serokomarê Fransayê François Hollande wê di nava pêşhefteyê de biçe Washington û Moskovayê.

    Serokomarê Fransayê François Hollande duh li Parlamentoya Fransyayê axaftinek kiribû û bêyî ku rojekê diyar bike wiha gotibû ‘Ez plan dikim ku heta demeke nêzik bi Serok Pûtîn û Obama re hevdîtinan li dar bixînim.'

    Ji aliyekî din ve Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov jî piştrast kir ku pêşhefteyê hevdîtina Pûtîn û Hollande heye û got: ‘Heta demeke pir nêzik dê roja hevdîtinê diyar bibe.'  

    Bi heman mijarî:

    WikiLeaksê gendeliya rêvebiriya Bush û Obama derxist holê
    Davutoglu: 'Kê dengên xwe nedabin HDPê sipasiya wan dikim'
    TAYBET - Parlamenterê HDPê: Em ditirsin ev pevçûn bibe sedema şerê navxweyî
    Nesredîn Seîd: 'Bêdengiya PKKê cihê mixabiniyê ye'
    Pêşmergeyek mayinan bi Qenasê diteqîne
    Operayona rizgarkirina Rûmadî dest pê kir
    Etîketan:
    siyaset, hevdîtin, François Hollande, Vladîmîr Pûçkov, Fransa, Rûsya, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de