13:13 24 Gulan 2018
    Amblema Dewleta Rûsyayê

    Rûsya: Divê pêşgiriya ewlehî ya balafirxanan û baregehên atomî were girtin

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî êrişa terorî ya paytexta Frensayê, ji rayedarên Rûsyayê jî hişyariya tedbîrên balafirxanan û baregehên atomî hat kirin.

    Moskova — Serokê Lijneya Têkiliyên Derve ya Feserasyona Rûsyayê İgor Morozov di nirxandina êrişa terorî ya Parîsê de ragihand ku, divê Rûsya jî li baregehên atomî, balafirxane, metro û li geracên trênê tedbîrên ewlehiyê derxe asta herî bilind.

    Morozov di berdewamiya axaftina xwe de got, îstîxbarata rûsîyên ku di nav sefên DAIŞê şerdikin û paşî vedigerin Rûsyayê jî gelekî girîng e. Ji bo ku li Sûriyeyê êrişên ser çeperên DAIŞê zêde bûne vegera milîtanan dê zêde bibe. Ji bo vê kesên ku ji Tirkiye, Libya û ji dewletên Rojhilata Navîn tên divê li ser wan kontrol were zêde kirin.

    Bi heman mijarî:

    Serokên cihanê ji bo Zîrweya G-20ê ya Tirkiyeyê dest bi hatinê kirin
    Hêza YPGê û QSDê li Hesekê piştî Holê gundeki din jî rizgar kirin
    Şêx Cefer: Gefên tûj li El Heşd El Şebî xwarin
    Milîtanên DAIŞê xwe dikujin
    Nasnameya ciwanê ku li Hezexê hat kuştin diyar bû
    Etîketan:
    Lijneya Têkiliyên Derve ya Feserasyona Rûsyayê, İgor Morozov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de