21:45 24 Mijdar 2017
Zindî
    Rûsya û noqar

    Agehiyên noqara atomî ya Rusyayê ‘bi şaşî' gihiştin çapemeniyê

    © Foto: Fotoğraf: press-service of JSC "PO "Sevmas
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Heyama ku Serokê Rusyayê Vladîmîr Pûtîn li Soçiyê digel rayedarên leşkerî civînek li dar dixist kanalên televîzyonî yên ku bûyer dişopandin razeke leşkerî ya ku ji her kesî dihate veşartin ‘bi şaşî' weşandin.

    Moskov — Rûsyayê di van demên dawîn de bi navê ‘Status — 6' pergaleke nû ya noqarên atomî hilbrandiye û heta niha wekî razeke leşkerî ji çapemeniyê dihate veşartin. Îcar kanalên televîzyonî yên ku civîna Pûtîn û rayedarên wî yên parastinê dişopandin bi şaşî hinek dokûmanên derbarê vê pergalê de weşandin.

    Kremlîn: Em hêvîdar in ku careke din bûyereke wisa neqewime

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ev skandala kanalên TVyê piştrast kirin û got ku dîmenên derbarê dokûmanên ‘Status — 6'ê de bi zanatî nehatine guhastin. Di nava axaftina xwe de Peskov got: ‘Rast e ku hinek agehiyên veşartî bi kamerayan hatine veguhastin; lêbelê hemû dîmen hatin jêbirin. Em hêvîdar in ku careke din bûyereke wisa neqewime. Ji bo astengkirina van şaşiyan em ê hemû tedbîran bigirin.'
    Li gorî nûçeyên ku gihiştine çapemeniyê, pergala noqarên atomî ya ‘Status-6' ji bo ku bikaribe ji hemû pergalên radar û moşekên parastinê yên NATOyê derbas bibe hatine nîgarkirin û hilberandin. Tê gotin ku ev pergala bi çekên pêşketî xurtkirî dikare texrîbeke mezin bigihîne dezgehên aborî yên dijminan ên li qeraxên deryayan.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Têkiliyên me bi Rûsyayê gelekî baş in
    DAIŞê gef li Rûsyayê xwarin: Em ê ji nêz ve êrişî wan bikin
    Muxalefeta Sûriyeyê: Em piştgiriya hewldanên Rûsyayê yên Sûriyeyê dikin
    Enqere ji bo moşekên S-300 ji Rûsyayê ne razî ye
    Kurdên êzidî: ‘Bila Rûsya êzidiyên revandî rizgar bike'
    Bi saya operasyonên Rûsyayê milyonek sûriyeyî vegeriyan malên xwe
    Etîketan:
    NATO, Kremlîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de