10:32 19 Tebax 2017
Zindî
    Balafira rûsî

    Rûsya: Di nava 2 rojan de me li 277 hedefên terorîstan xist

    © Sputnik. Dmitriy Vinogradov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê İgor Konaşenkov diyar kir ku, jetên rûsî di nava 48 saetên dawî de li 277 hedefên terorîstan xistin.

    Moskova — Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê İgor Konaşenkov di civîna çapemenî de diyar kir ku, jetên rûsî di nava 48 saetên dawî de di encama 85 sortiyan de li bajarê Heleb, Şam, Lezqiye, Hema, Himûs, û li İdlîbê li 277 hedefên terorîstan xistin. Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya operasyona hewayî Rûsyayê duhî li Helebê dorpêça baregeha Kuveyresê ku cihekî stratejîk bû têk bir.

    Me ji muxalifan îstîxbarat stand

    Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got, me ji nûnerên muxalifan îstîxbarat stand û me ev îstîxbarat li navenda ragihandina Bexdayê jî serast kir. Li bajarokê Tadmura Şamê di encama êrişeke hewayî de depoyeke cebilxaneyan û 4 tankên DAIŞê hatin îmha kirin.

    İgor Konaşenkov di dirêjiya axaftina xwe de got, jetên Su-24 yên rûsî dîsa bi îstîxbarata muxalifan li Himûsê li nêzî gundê Mahînê depoyeke aydî rêxistina El Nûsrayê bi moşeka BETAP-500 ya zirxkelêş hat îmha kirin û li Hemayê jî dîsa depoyeke hawanan ya El Nûsrayê hat rûxandin.

    Bi heman mijarî:

    HDP: 'Rojavayê Tirkiyayê çima wisa bêdeng e? Ev ne elameta xêrê ye'
    Li Edeneyê teqîn: 7 birîndar
    Qralê Urdunê: Rûsya li Sûriyeyê kilîda aştiyê ye
    Amerîka: ‘Piştgiriya meya YPGê berdewam e
    HESEKÊ - YPG û QSDê 60 gund rizgarkirin
    Etîketan:
    El Nûsra, DAIŞ, İgor Konaşenkov, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de