03:54 21 Tebax 2017
Zindî
    Beşar Esad

    Plana Moskovayê ya Sûriyeyê

    © AFP 2017/ LOUAI BESHARA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Dewleta Rûsyayê ji bo aştiya Sûriyeyê planake nû pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kir. Di pêşniyara plana Rûsyayê de piştî 18 mehên demkî sazkirina hilbijartina dike.

    Navenda Nûçeyan — Dewleta Rûsyayê ji bo aştiya Sûriyeyê planake nû pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kir. Di plana Rûsyayê ya ku pêşniyar li NY kiriye de, Rûsya dixwaze piştî 18 mehên pêvajoya demkî hilbijartina serokatiya bê sazkirin.

    Li gorî nûçeya Reutersê ku ragihandiye, Rûsya di plana pêvajoya demkî de pêşniyar dike ku hetanî hilbijartin bên sazkirin Esad wekî fermandar dimîne li ser artêşa Sûriyeyê, lê di pêvajoya reformên dewletê de kontrol wê nekeve destê Esad.

    Her wiha di planê de Nûnerê Taybet yê NY Staffan de Mistura ku bi Şam û bi heyeteke muxalifan re hevdîtin kiribû û ji bo rêvebiriyeke demkurt axivî bûn û li gorî vê daxuyaniya Cenevreyê banga destpêkirina pêvajoyê kirin.

    Ji aliye din ve Moskova dê bibe yek ji terefê pêvajoya muzakereyan di navbera Sûriyeyê û muxalifan de. Her wiha Berdevka Wezareta Derva ya Rûsyayê Mariya Zaxarova jî diyar kiribû ku armanca sereke ya civîna Viyanayê kifşkirina muxalifan ku tevlî hevdîtinan bibin e.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Spûtnîk dibe sponsora çapemeniyê ya kongreya Yekîtiya Dewletên Serbixwe
    Li Çanakkaleyê keştiya penaberan binav bû: 7 jê zarok 14 kes xeniqîn
    DAIŞê êrişî gundekî Girê Spî kir: 4 gundî hatin kuştin
    Herêma kurdan: Alozî, êriş, sewqiyat û qedexe berdewam in (Agahî gav bi gav tên nûkirin)
    Etîketan:
    NY, Rûsya, Mariya Zaxarova, Beşar Esad, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de