09:38 23 Hezîran 2018
Rojava

Ji bo piştgiriya Rojava şeva helbestvanên ciwan ên kurd û rûs

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Ji bo piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava, helbestvanên ciwan ên kurd û rûs li hev kom bûn û bi xwendina helbestên xwe yên li ser Rojava re, şoreş silav kirin.

Moskova - Ji bo piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava, helbestvanên ciwan ên kurd û rûs paytexta Rûsya Moskowayê li hev kom bûn û şevek lidar xistin.

Li gorî nûçeya anfê di şeva li Mala Kurdan de, tevî gelek helbestvanên ciwan ên rûs, wêjevanên ciwan jî amade bûn. Di şevê de helbest, çîrok û stranên li ser Şoreşa Rojava hatin pêşkêşkirin. Helbestvanên ciwan, helbestên xwe diyarî jin û xortên di têkoşîna li Rojava de jiyana xwe ji dest dan, kirin.

Ciwanên kurd û rûs ên helbestvan biryar dan ku ji niha û pê ve li ser zemîneke hevpar bixebitin.

Ki hêla din ve hunermend Berfîn Mamedova, Nîgar Patiyeva û Bermal Çem jî bi stranên xwe reng dan şevê.

Bi heman mijarî:

Di ‘Roja Rûmetê’ ya Rûsyayê de Artêşa Sovyetê bi tank û topan dakete Moskovayê
Heyeta ku ji KCD, HDP û DBPê pêk tê li Moskovayê hevdîtinan didomîne
Konferansa Neteweyî ya Kurd sibê li Moskovayê tê lidarxistin
Qadîrov: 'Yên ku plana êrişa Moskovayê kirin DAIŞî bûn'
Dîmenên operasyona li dijî DAIŞê ya li Moskovayê hatin weşandin
Etîketan:
Mala Kurdan, Bermal Çem, Nîgar Patiyeva, Berfîn Mamedova, Moskova, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de