23:52 22 Sibat 2018
Zindî
    Balafira rûsî

    Rûsya: 'Balafira me li hewayê perçe bû'

    © Sputnik/ Maksim Grigoryev/ТАСС/POOL
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Ragihandinê yê Rûsyayê Maksîm Sokolov derbarê balafira ku li Misrê ketibû de agahiyên dawîn dane Pûtîn.

    Moskova — Wezîrê Ragihandinê yê Rûsyayê Maksîm Sokolov derbarê balafira ku li Misrê ketibû de zanyariyên dawîn dane Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmir Pûtîn û ragihand ku, balafir piştî rabûnê bi 23ê deqîqeyan li hewayê perçe bûye.

    Maksîm Sokolov duhî çûbû cihê bûyera qezayê û piştî lêkolînan vegeriya Moskovayê û agahiyên dawî dane Pûtîn û daxuyaniyek da. Sokolov di daxuyaniya xwe de destnîşankir ku, li gorî çavdêriya min balafira ku ji Şarm El Şeyhê rabû piştî rabûnê bi 23ê deqîqeyan li hewayê perçe bû. ji bo ku perçeyê wê li qadeke 20 km belavbûyî bûn.

    Sokolov di berdewamiya axaftina xwe de got, hemwelatiyên Ûkraynayê û Belarûsê jî dikarin tevlî hevdîtîn û lêkolîn ku tên kirin bibin. Li gorî peyman û qaîdeyên navneteweyî, cihê ku bûyer lê qewimiye (Misir) û welatê ku balafir lê çêbû (Frensa û Amerîka) jî dikarin tevlî lêpirsînê bibin. Welatên ku di qezayê de hemwelatiyên wan miribin jî dikarin tevlî lêpirsînê bibin.

    Bi heman mijarî:

    Ji AKPê daxuyaniya pirsgirêka çareseriyê
    ŞENGAL: ‘Pêşmerge amade û li benda fermana Barzanî ye'
    Li Bismilê di qezaya trafikê 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn
    Li Elcewazê pevçûn: 3 kuştî, 12 birîndar
    Amerîka wê leşkerên artêşa Ûkraynayê perwerde bike
    FT: ‘Heke Merkel here, Ewropa dê belav bibe’
    Etîketan:
    Maksîm Sokolov, Vladimir Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de