02:40 17 Tebax 2017
Zindî
    Hemwelatiyên rûsî

    Rûsya: Balafira ku ket hêj li hewayê parçe bû

    © Sputnik/ Igor Russak
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Saziya Hewayî ya Rûsyayê (CIS) derbarê balafira Airbûs A-321 ya rûsî ku duhî li herêma Nîvgirava Sîna ya Misrê ketibû de daxuyani da û got...

    Navenda Nûçeyan — Saziya Hewayî ya Rûsyayê (CIS) derbarê balafira Airbûs A-321 ya rûsî ku duhî li herêma Nîvgirava Sîna ya Misrê ketibû de daxuyani da û got, balafir hêj li hewayê perçe bû.

    Dîrektorê CISê Viktor Soroçenko piştî li cihê bûyerê lêkolîn kir, civîneke çapemenî li dar xist û ragihand, balafir hêj li hewayê perçe bû, lê axaftina sedema ketina balafirê hêj zûye.

    Her wiha Serokomarê Misrê Abdulfetah El Sîsî jî derbarê balafira ketî de axivî û got, dibe lêpirsîn bi mehan bidome. Ev mijareke tevlî heve û teknolojiyek pêşketî jê re divê.

    Di dîroka Rûsyayê de qezaya herî xirab

    Wezîrê Ragihandinê yê Rûsyayê destnîşankir ku, li balafirê de 217 rêwî û 7 mûretebat hebûn. 214 ji wan hemwelatiyê Rûsyayê û 3 jî yê Ûkraynayê ne.

    Her wiha li seranserê Rûsyayê şîn hat îlan kirin û li temamê dêrên welat ji bo miriyan ayîn hatin kirin.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Hatina leşkerên amerîkî tê wateya êriş û îşxalê
    Mehmûd Osman: 'Dibe HDP dengên xwe zêde bike'
    Balafireke nenas pêşmerge bombebaran kir
    TAYBET - Li Amedê pîrozbahiya serkeftinê ya pêşwext û ji HDPê hişyarî
    Hikumeta Iraqê hinartina petrola Ceyhanê rawestand
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de