08:48 23 Îlon 2017
Zindî
    Wezareta Parastina Rûsyayê

    Rûsya: Me li Sûrîyayê di 3 rojan de 285 hedefên terorîstan îmha kirin

    © AP Photo/ / Mikhail Metzel.
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Li gorî agehiyên fermî yên Rûsyayê jetên rûsyayî di navbera 3 rojên dawîn de li Sûriyayê 164 sortî pêk anîne û 285 hedefên terorîstan têk birine.

    Moskova — Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov got ku jetên Rûsyayê di navbera 3 rojên dawîn de li Sûriyayê 164 sortî pêk anîne û 285 hedefên terorîstan têk birine.

    Konaşenkov derbarê operasyonên Hêzên Hewayî yên Rûsyayê yên roja dawîn de jî wiha got: ‘Di 24 saetên dawîn de li Sûryayê 94 hedefên terorîstan hatine têkbirin û operasyon li bajarên Hema, Idlîb, Lazqiye, Şam, Heleb û Dêrezorê hatine lidarxistin.'

    Li gorî ku Konaşenkov dibêje balafirên şer ên Rûsyayê li Lazqiyeyê 3 barehgehên xurtkirî yên DAIŞê îmha kirine; herwiha depoyeke cebilxaneyan mezin a aydî El Nusrayê jî li nêzikî Şamê hatiye têkbirin.

    Konaşenkov diyar kir ku jetên şer ên Rûsyayê li Helebê jî biryargeheke tijî topên hawanê, roketavêj û wesayîtên zirxdar bi temamî hatiye rûxandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Me 8 keştiyên bar ji Tirkiyeyê kerîn
    Rûsya: Di operasyonên me yên Sûriyeyê de sivîl nehatine kuştin
    Seferên balafiran ên navbera Ûkrayna û Rûsyayê hatin rakirin
    ‘Îraqê li dijî DAIŞê destûra operasyonê da Rûsyayê'
    Rûsya: Dibe em piştgiriya hewayî bidin Artêşa Azad
    Rûsyayê pêşniyara rakirina qedexeyên firînê li Ûkraynayê kir
    Di cıvîna Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Erebistana Siûdi de jibo Esad çi derket?
    Lavrov: Rûsya û Ûrdûn li Sûriyeyê wê bi kordîne bixebitin
    Etîketan:
    El Nusra, DAIŞ, operasyon, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de