08:10 24 Îlon 2017
Zindî
    Kremlîn

    Rûsya: Di operasyonên me yên Sûriyeyê de sivîl nehatine kuştin

    © Sputnik/ Vladimir Vyatkin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, îdiayên ku Rûsyayê di operasyonên Sûriyeyê de sivîl kuştine derewand.

    Navenda Nûçeyan - Dmitriy Peskov di daxuyaniya çapemenî de li hemberî pirsa ‘gelo raste di operasyonên we de sivîl tên kuştin' bersivand û got, ji roja operasyonên hêza hewayî ya Rûsyayê ku li Sûriyeyê daye destpêkirin, hetanî îro nûçeyên derew û bêbingek belavdikin. Ev nûçe berê hatine çêkirin û ne rast in. Ev jî yek ji wan e.

    Em êrişa avahiyên sivîlan nakin

    Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê berî ku operasyonê bike ji bo xelkên sivîl zirarê nebinin pir dîqat dikin. Lê terorîst vê helwesta wezareta parastinê îstîsmar dikin û xwe di nav sivîlan de vedişêrin û di vê rewşê de jî leşkerên me êrişan nakin.

    Her wiha Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) îdiakir ku di 15ê Cotmehê de di êrişa hewayî ya balafirên Rûsyayê de li bajarê Himûsê 59 sivîl hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Frensa: Nexwestina midexaleya Rûsyayê li Sûriyeyê durûtî ye
    Seferên balafiran ên navbera Ûkrayna û Rûsyayê hatin rakirin
    ‘Îraqê li dijî DAIŞê destûra operasyonê da Rûsyayê'
    Rûsya: Dibe em piştgiriya hewayî bidin Artêşa Azad
    Rûsyayê pêşniyara rakirina qedexeyên firînê li Ûkraynayê kir
    Etîketan:
    Rûsya, DAIŞ, Dmitriy Peskov, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de