21:17 26 Îlon 2017
Zindî
    Dmitriy Medvedev

    Medvedev: Esed qet nehat guherandin

    © Sputnik/ Dmitry Astakhov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev, di van 5 salên dawî de digel ku gelek tişt guherîn lê Beşar Esed her wekî xwe ma.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev, di van 5 salên dawî de digel ku gelek tişt û kes guherîn lê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed her wekî xwe ma û neguherî.

    Medvedev derbarê hatina Serokê Sûriyeyê bo Moskovayê di Facebooka xwe de daxuyaniyek da û got, min cara herî dawî Beşar Esed di sala 2010an de di serdana Şamê de dîtibû. Dixwazim bejim ku digel vê dema bihûrî û krîza li Sûriyeyê jî wekî 5 sal berê dîsa rehet û hevseng bû.

    Во вторник состоялся визит Президента Сирии Башара Асада в Москву. Президент России Владимир Путин провел переговоры со…

    Posted by Дмитрий Медведев on 22 Ekim 2015 Perşembe

    Dmitriy Medvedev di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje, di sala 2010an de sûrî bi tevahî welatekî cuda, aram û medenî bû. Ji bo ku fersenda min gerê li Şamê çêbû, ew dîroka kevnare, nifşên cuda di nav aramiyê de bûn. Ez bi sûriyan re axivîm, ji rûsan gelek tiştên germ digotin. Min li mizgeft û dêrên wê wêne kişandin, lê her tişt di nava salekê de guherî û gelê Sûriyeyê ji 2011an û vir ve jiyan lê bû kâbus, rastî girtin, kuştin û keçboriyê hat.

    Em û Sûriyeyê bi hevre li jemberî terorîstan şer dikin

    Medvedev di dirêjiya daxuyaniya xwe de dibêje, mijara Sûriyeyê di nava rojeva navneteweyî de bûye mijara herî girîng. Helwesta Rûsyayê li hemberî krîza Sûriyeyê qet neguherî. Rûsya li ser daxwaza Sûriyeyê bi hawara wan çû û bi hevre li hemberî terorîstan şer dikin.

    Bi heman mijarî:

    Kanada helwesta xwe li hemberî Rûsyayê nerm dike
    Rûsyayê piştevaniyê ya çekdarên DAIŞê da birîn
    Rûsya: 'Di operasyonên li Sûriyê de 819 hedefên DAIŞê hatin îmhakirin'
    Rûsya: 'Di nava 24 seetan de me li 72 hedefên DAIŞê da'
    Esed ji bo Rûsyayê xeta sor e
    Etîketan:
    Dmitry Medvedev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de