20:06 22 Îlon 2017
Zindî
    Justin Trudeau

    Kanada helwesta xwe li hemberî Rûsyayê nerm dike

    © AFP 2017/ NICHOLAS KAMM
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Li Kanadayê Partiya Kevneperest ku ev 9 salan desthilat bû, li hemberî Partiya Lîberal têk çû.

    Navenda Nûçeyan — Li Kanadayê Partiya Kevneperest ku ev 9 salan desthilat bû, li hemberî Partiya Lîberal têk çû. Di hilbijartina hefteya borî de bi Partiya Lîberal re Partiya Keskan jî kete parlamentoya Kanadayê ya federal.

    Yek ji parlamentere Partiya Keskan Adam Smith derbarê rewşa nû û têkiliyên Kanada û Rûsyayê ji nûçegihanê Spûtnikê re nirxand û got, bi texmîna min hikumeta nû ji bo krîza Ûkraynayê wê di nava helwesteke nerm de be. Em ê neyîniya li

    hemberî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn kêm bikin. Ev polîtîka pêşiya dîplomasiyê dixitimîne. Ne tenê sekna me wê axaftina me jî biguhere di mijara Ûkraynayê û Qirimê de.

    Her wiha duşema borî li Kanadayê hilbijartin çêbibûn û dawî li desthilata Partiya Kevneperestan hatibû. Partiya Lîberal ku Serokê wê Justîn Trudeauye di parlamanê de ji 338 kursiyan 189 qursî bi dest xistin û bi serê xwe bû desthilat.

    Ji aliye din ve Partiya Kevneperest ku 9 sala wekî desthilat li Kanadayê ma, serokê partiyê û serokwezîrê Kanadayê berê Stephen Harper li hemberî Rûsyayê bi polîtîkayênn xwe dijwar dihat zanîn.

    Bi heman mijarî:

    Kanadayê firokeyên xwe vekişandin
    Kanada firokeyên xwe ji nav Hevpeymanan vedikêşe
    Kanada- 10 endamên DAIŞê hatin girtin
    Serokwezîrê Kanadayê çû eniya şerê Pêşmerge û DAIŞê
    Etîketan:
    Adam Smith, Kanada
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de