09:54 24 Îlon 2017
Zindî
    Jetên Rûsyayê

    Rûsyayê piştevaniyê ya çekdarên DAIŞê da birîn

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Desteya Serekaniya Artêşa Rûsyayê ragihand, hêla sereke ya piştevaniya çekdarên DAIŞê ya di navebra Iraq û Sûriyeyê de hat birrîn û çekdarên DAIŞê ji hev hatine qutkirin.

    Navenda Nûçeyan — Sererkaniya Artêşa Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, ku îro 22ê Cotmehê balafirên şer ên wî welatî çend caran êrişî çekdarên DAIŞê kirin.

    Li gor daxuyaniyê balafirên şer ên Rûsyayê herwiha êrişî pirekê li ser çemê Firatê kirin û ew pir têk birin û di encam de hêla piştevaniyê ya çekdarên DAIŞê hat birrîn.

    Rêvebirê Fermangeha Operasyonên Sereke ya Sererkaniya Artêşa Rûsyayê Andrei Kartapolov îro 22ê Cotmehê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: "Pêgeha sereke bo piştevaniya DAIŞê pirsek e li ser çemê Firatê li Dêrazorê. Balafirên rûsî îro çend êriş bo ser wê pirê pêk anîn. Di encam de ew pir hat têkbirin û niha nikarin bo veguhastinê mifayê jê werbigrin."

    Andrei Kartapolov herwiha got: "Balafirên bêpîlot ên Rûsyayê çavdêriya wê rêyê kirine û aşkere bûye ku di rêya wê pirê de çek û teqemenî ji çekdarên DAIŞê re hatiye veguhastin."

    Li gor gotina Kartabolv ew pir wek hêla piştevaniya çekdarên DAIŞê bû û çekdarên DAIŞê bo piştevanî li hêzên xwe yên li Sûriyeyê bi rêya wê pirê çek û teqemenî ji Iraqê ve bo wî welatî vediguhastin.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya DAIŞê tarumar dike
    DAIŞê bi otomobîlên bombebarkirî êriş kir
    7 milîtanê DAIŞê li sînorên Kilîsê hatin girtin
    DAIŞê erişî Kobanê kir
    PYDyê ji bo şerê li dijî DAIŞê ji Rusyayê piştgirî xwest
    Etîketan:
    DAIŞ, Andrei Kartapolov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de