15:00 21 Mijdar 2017
Zindî
    Leonid Tibilov û Vladimir Pûtîn

    Osetyeya Başûr dixwaze tevlî dewleta Rûsyayê bibe

    © Sputnik/ Aleksey Nikolskyi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Serokomarê Osetyeya Başûr Leonid Tibilov diyarkir ku, Komara Osetya ji bo ku tevlî dewleta Rûsyayê dixwaze referandûmê bike.

    Navenda Nûçeyan — Tibilov, di hevdîtina bi Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladislav Surkov de destnîşankir ku, rastiya siyaseta roja me ya îro nişan dide, ji bo ku komara me û Rûsya bighîjin hev û gelê me di nava aramî û ewlehiyê de bijîn, pêwistî heye ku em hilbijartina xwe ya dîrokî bikin.

    Tibîlov di berdewamiya axaftina xwe de got, tevlîbûna Osetyeya Başûr bi Rûsyayê re xeyala gelê me ya sedsal e.

    Ji alîkî din ve Serokê Osetyeya Başûr di meha Hezîrana 2014an de gotibû ji bo ku em tevlî dewleta Rûsyayê bibin em ê herin referandûmê.

    Her wiha Osetyeya Başûr di Mijdara 1991ê de ji Gûrcîstanê veqetiya û serxwebûna xwe ragihandi bû. Osetyeya Başûr tenê ji terefê dewletên Rûsya, Venezûela, Nîkaragûa, Naûrû û Tûvalû ve tê naskirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em tehdîdan ji bo Tirkiyeyê çênakin
    Rûsya: Polîtîkaya 'ê me û ê wan' şaş e
    Artêşa Iraqê ji piştgiriya Rûsya û Îranê kêfxweş e
    Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê li Helebê pêşve diçe
    Rûsya: Me li 51 hedefên DAIŞê da
    Etîketan:
    Rûsya, Vladislav Surkov, Leonid Tibilov, Osetya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de