04:17 24 Îlon 2017
Zindî
    Mariya Zaharova

    Rûsya: Polîtîkaya 'ê me û ê wan' şaş e

    © Sputnik/ Kirill Kallinikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyarkir ku, di tekoşîna zahmetiyên kûrewî de em ne di nava nêrîneke yekalî de ne.

    Navenda Nûçeyan —Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bi kanala Rossiya-1ê re axivî û got, em ê deriyê xwe ji bo hevkariyê tim vekirî bihêlin. Em mecbur in ku bi Amerîkayê re bixebitin.

    Mariya Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de diyarkir ku, di pirsgirêkên kûrewî de veqetandina 'ê me ê wan' tu encamê nade. Di nava me û Amerîkayê de digel cudahiyan jî digel helwesta wan a Ûkrayna û krîzên din jî dîsa em dibêjin ‘werin em bi hev re bixebitin.'

    Ji alîkî din ve Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî hefteyên borî ji bo Sûriyayê û pirsgirêkên kûrewî yên heyî banga hevkariyê li Amerîkayê kiribû.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn jî pêşniyara ji bo axaftin û çareserkirina krîza Sûriyayê heyetekê bişîne Washîngtonê kiribû; lê Amerîkayê ev red kir.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê li Helebê pêşve diçe
    Artêşa Iraqê ji piştgiriya Rûsya û Îranê kêfxweş e
    Rûsya: Me li 51 hedefên DAIŞê da
    Rûsya: 'Iraqê bi awayekî fermî daxwaza operasyonan ji me nekiriye'
    Etîketan:
    Amerîka, Mariya Zaharova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de