04:49 23 Mijdar 2017
Zindî
    Jetên Rûsyayê

    Biryargeha Operasyonan a Sererkaniya Artêşa Rûsyayê: 669 sortî 456 hedefên DAIŞê

    © Foto: Dmitry Vinogradov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Serokê Biryargeha Operasyonan a Sererkaniya Artêşa Rûsyayê Andrey Kartapolov ragihand ku jetên Rûsyayê di nava vê hefteyê de 394 sortî pêk anîne û di encamê de 346 hedefên aydî DAIŞê îmha kirine; li ser vê yekê DAIŞê taktîka xwe guherandiye, êdî ji hev belav bûne û di nava gel de xwe vedişêrin.

    Serokê Biryargeha Operasyonan Kartapolov got ku Hêzên Hewayî yên Rûsyayê bi hevkariya Hêzên Bejahiyê yên Sûriyayê ve li dijî DAIŞê operasyonan li dar dixin û rêxistinê piraniya amûrên xwe yên teknîkî ji dest dane û amade ne ku qadên oprasyonan biterikînin.

    Li gorî daxuyaniya Kartapolov Hêzên Hewayî yên Rûsyayê ji 30ê Îlonê pê ve 669 sortî pêk anîne û heta îro 456 hedefên aydî DAIŞê hatine rûxandin.

    Kartapolov di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Me heta niha di encama operasyonên xwe yên hewayî de pergala binesaziyê, depoyên cebilxaneyan û noqteyên kontrolê yên DAIŞê hedef girtin, ziyane mezin gihandê an jî yekcar rûxandin.'

    Fermandar Kartapolov got ku tenê hefteya 394 sortî pêk anîne û di encamê de 46 noqteyên kontrolê, 6 navendên hilberîna çekan, 22 depoyên şewate û xwarinê, 272 sitargeh, baregeh û kampên DAIŞê tunekirine.

    Kartapolov moral û rewşa derûnî ya endamên DAIŞê jî wiha nirxand: ‘Piştî operasyonên jetên me, endamên rêxistinê reviyan çiya, daristan û jîngehên sivîl. Di nava pêşengên çekdaran de nerazîbûneke kûr, bûyerên bêtaetiyê û firar hene. Lewre rojê nêzikî 100 endamên rêxistinê derbasî Tirkiyayê dibin û êdî depoyên çekan ên mezin ava nakin.'

    Bi heman mijarî:

    Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê: 'Em li ser desteka PYDê neaxivîn'
    Rûsya: 'Navgîna hewayî ya bêmirov ne aydî me ye'
    Rûsya: 'Her roj bi dehan çekdar ji Sûriyayê derbasî Tirkiyayê dibin'
    Rûsya: Balafirên me peywîra xwe pêk tînin
    Rûsya: Keştiyên me li Derya Spî amade ne li DAIŞê bixin
    Davutoglu: 'Birêz Pûtîn mafdar e; Tirkiye û Rûsya şirîk in'
    Rûsya: Haya me jê nîne ku Tirkiyeyê bangî balyozê me kiriye
    Rûsya: Me çek nefirotine hêzên kurd
    Dibe ku Fransa keştiyên Mistralê bifiroşe Rûsyayê
    Êrişa Rûsya ya hewayî li Sûriyeyê li ser çeperên DAIŞê
    Etîketan:
    operasyon, êriş, DAIŞ, Biryargeha Operasyonan a Sererkaniya Artêşa Rûsyayê, Andrey Kartapolov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de