19:51 23 Mijdar 2017
Zindî
    Aleksandr Kinşak

    TAYBET - Balyozê Rûsyayê yê li Şamê: DAIŞ ji bo me tehdide

    © AP Photo/ Bassem Tellawi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Balyozê Rûsya yê Şamê Aleksandr Kinşak, rewşa Sûriyeyê di hevpeyvîna xwe ya ligel radyoya Spûtnîkê de zelal kir.

    Navenda Nûçeyan — Balyozê Rûsya yê Şamê Aleksandr Kinşak destnîşan kir ku,' armanca ya tevlîbûna operasyonên Sûriyeyê, ji bo piştgiriya hikumeta Sûriyeyê ya meşru û tekoşîna dijî terorê bû. DAIŞ di gerdûnê de tehdîdeke mezin e lewma qedandina DAIŞê li gorî berjewendiyên me yên neteweyî ye jî. DAIŞ li Rûsyayê jî dixwaz bê îstîqrariyê çêke. Ji çavkaniyan hûn dikarin van bi dest bixin.'

    DAIŞ fikra cihadî li welatê me avadike

    Kinşak di berdewamiya hevpeyvîna xwe de dibêje,'DAIŞ dixwaze wê baweriya cihadî û tekfîrcî îxracî welatê me bike. Ev wekî vîrûsekê ye û tenê bi Iraq û Sûriyeyê ve girêdayî namîne. Milîtanên ku ji Sûriyeyê vedigerin welatê xwe wê fikr û ramana cihadî jî bi xwe re tînin û ji bo kesên nû propaxandayê dikin. Ev jî ji bo me gelek xeter e.'

    Em rêza hiqûqa navneteweyî digrin

    Mariya Zaharova
    © Sputnik/ Maxim Shemetov
    Kinşak di dirêjiya hevpeyvîna xwe de dibêje,' em li Sûriyeyê li gorî peymana hiqûqa navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî tevdigerin. Me bersiva daxwaza alîkariya dewleta fermî ya Sûriyeyê da. Em ji vê şerm nakin. Yên ku Serokê Sûriyeyê

    Beşar Esed nemeşrû îlan kirine bila ew şerm bikin. Qaşo rejimên dîktator diguherînin, me mînaka vê li Libya û Iraqê dît.'

    Em li hemberî hemû ol an xweşbîn in

    Balyozê Rûsya yê Şamê Aleksandr Kinşak di hevpeyvîna xwe diyarkir ku,'ne rast e em dûbendiyê dixin nava ol an. Em li hemberî hemû ol an bi xweşbîn in. Em ne li benda xerabûnên têkiliyên nava ol û mezheban in. Li welatê me nûnerên ol an di bin banê dewletê de bi sedsalan di nava aştiyê de dijîn. Cudahiya me ji dewletên rojava ev e ku me tu carî şerê ol an nekir. Misilmanen Rûsyayê her tim din ava aramiyê de jiyan û xwedî mafên wekhevî bûn. Wekî mînak Serokê Çeçenîstan

    Remezan Kadîrov çend roj bere ji bo piştgiriya hikumeta Sûriyeyê daxwaza hatinê kir.'

    Bi heman mijarî:

    Sûriyê, bi piştgiriya Îran û Rûsyayê dikeve Helebê
    Bi vîdyoyan operasyona Rûsyayê li ser DAIŞê
    Etîketan:
    Rûsya, Aleksandr Kinşak, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de