03:03 25 Mijdar 2017
Zindî
    Mariya Zaharova

    Rûsya: Em piştgiriya Esad nakin

    © Sputnik/ Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 5410

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova derheqê operasyonên hewayî yên Sûriyeyê û raporta konseya ewlehî ya Holandayê de axivî.

    Navenda Nûçeyan — Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova li Moskovayê di civîna çapemenî de diyarkir ku, derbarê piştgiriya Esad de em daxuyaniyan dibihîzin, qaşo dibêjin zêdebûna terorîzmê dixin stûyê Esad. Berî niha jî me çend caran div ê mijarê de daxuyanî dan. Dewleta Rûsyayê piştgiriya Beşar Esad nake. Lewra ji bo me ya girîng parastina tevahîya dewlet û axa Sûriyeyê ye.

    Em daxwaziyên terorîstan bi cih naynin

    Zaharova di berdewamiya axaftina de got,'dibêjin heke Esad here wê kiryarên terorîstî kêm bibin, lewra li gorî wan DAIŞ bi taybetî ji bo Esad şerdike. Ew nêrîn daxwaza terorîstan pêk tîne û bi tu awayekî din jî nayê şîrovekirin.'

    Mariya Zaharova di dirêjiya axaftina xwe de got,'herkes dipirse ka gelo DAIŞ hevkas wesayîtên araziyan yên Toyotayê ji kur peyde dike. Bersiva vê pirsê ne di nava herêmên ku di destê DAIŞê de ye û ne jî li Japonyayê ye. Kesî hêviya vê nedikir lê ev wesayîtên araziyan ji terefê hevkarê me yên Brîtanî û Amerîkaniyan ve hatine şandin.'

    Zaharova bal kişand ser raporta MH17 ya konseya ewlehî ya Holandayê û got,'reaksiyona Wezareta Derve ya Amerîkayê li hemberî raportê ne rast e û sehîwe. Em armanca van bertan fêhm nakin û dixwazin serê însanan tevlî hev bikin. Ev rast e rast propaxanda ye.'

    Bi heman mijarî:

    Sûriyê, bi piştgiriya Îran û Rûsyayê dikeve Helebê
    Rûsya: Di 24 seetên dawî de me li 86 hedefên DAIŞê da
    CNN: Rûsya, li Sûriyeyê rêya ku diçe aştiyê ava dike
    Bi vîdyoyan operasyona Rûsyayê li ser DAIŞê
    Di navbera Rûsya û Amerîkayê de ‘ji bo kurdan kîjan siyaset' pêwist e? (BEŞA DUYEM)
    Etîketan:
    Rûsya, Mariya Zaharova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de