02:32 17 Tebax 2017
Zindî
    Balafir

    Rûsya: Me li İdlîbê qampa DAIŞê rûxand

    © Ruptly. Dmitriy Vinogradov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Hat ragihandin ku, jetên rûsî di operasyonên li Sûriyeyê de 53 baregehên DAIŞê bombebaran kirine.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Wezareta Berevanî yê Rûsyayê İgor Konaşenkov diyarkir ku, jetên rûsî di 24 seetên dawî de 55 sortî pêk anî ne.

    Konaşenkov destnîşan kir ku,'di operasyonên dijî DAIŞê de jetên rûsî Su-34 li İdlîbê qampa milîtanên DAIŞê rûxandine. Li gorî zanyariyên me ev qamp cihê kombûna milîtanên ku ji derveyê welat dihatin bû.'

    Piraniya cebilxana û depoyan hatin îmhakirin

    Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got,'jetên rûsî li Lazqîyê baregeheke binerdi û depoyeke cebilxana bombekir û hedef bi tevahî hat îmha kirin.'

    İgor Konaşenkov di dirêjiya axaftina xwe de got,'jetên rûsî li Hemayê wesayîteke tijî sotemenî û pê re şeş wesayît îmha kirin. Balafirên rûsî ji 30ê Îlonê û vir ve gelek baregeh, depo, wesayît û cihên DAIŞê îmha kirin.'

    Konaşenkov, encama operasyonên 24 seetên dawî eşkere kir.

    Baregeheke binerdi

    7 navendên serkarî

    6 qampên perwerdehiyê

    6 depoyên cebilxana

    Bi heman mijarî:

    Rûsya li Îraqê, şûna Amerîkayê digre
    Balafirên Rûsyayê ji Amedê radibin
    Îran: Amerîka derheqê Rûsyayê de derewên mezin dike
    Rûsya: Ji bo teqîna Enqereyê, divê hêj çend teqîn çêbibin?
    Rûsya: '2 jê fermandar 300 milîtanê DAIŞê hatin kuştin'
    Etîketan:
    Rûsya, DAIŞ, İgor Konaşenkov, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de