10:58 20 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Lavrov û  Lamberto Zannier

    Lavrov: Me bi koalisyona navneteweyî re li hev kir

    © Sputnik/ Kirill Kallinikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li Sûriyeyê di operasyonên dijî DAIŞê de ji bo ku em pêşiya qezayên nedîtî bigrim, me bi koalisyona navneteweyî re li hev kir.

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn
    © Sputnik/ Mikayil Klimentev
    Navenda Nûçeyan — Lavrov, piştî hevdîtina bi Sekreterê AGITê re daxuyaniyeke çapemenî da û got,' em dixwazin di nava koalisyona navneteweyî û hêza Rûsyayê de li Sûriyeyê hevkariyek çêbibe. Ne ji bo ku em rêzikan ji hev re deynin, tenê li ser tevgerên kordînasyonê me li hev kir.

    Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got,' me ji bo mixalifên welatparêz agahî xwestin, lê hevkarên me ji bo vê hêj ne amade ne, tu zanîn bi me re parve nekirin.Em amade ne bi mixalifên Sûriyeyê re hevkariyê bikin.'

    Em amade ne navêndên kordînasyonê yên nû vekin

    Sergey Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de got,'kordînasyona ku ji terefê Îran, Iraq, Sûriye û Rûsyayê ve hatiye ava kirin, amadeye bi her dewletên ku li dijî DAIŞê şer bike re hevkariyê bike. Heke daxwaziya vekirina kordînasyonên nû were kirin em ji vê re jî amade ne. '

    Bi heman mijarî:

    Rûsya li Îraqê, şûna Amerîkayê digre
    Balafirên Rûsyayê ji Amedê radibin
    Rûsya: Ji bo teqîna Enqereyê, divê hêj çend teqîn çêbibin?
    Rûsya: '2 jê fermandar 300 milîtanê DAIŞê hatin kuştin'
    Etîketan:
    AGIT, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de