02:07 24 Tebax 2017
Zindî
    Qetliama Enqereyê

    Kurdên Moskovayê komkujiya li Enqereyê protesto kirin

    © REUTERS/ Volkan Furuncu
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Kurdên ku li Moskovayê kom bûn, komkujiya li Enqereyê protesto kirin. Di protestoyê de sloganên wekî "Qatil Erdogan", "Şehîd namirin", "Bijî Biratiya Gelan" û Bijî Serok Apo" bi kar anîn.

    Moskov — Li ser banga Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurd a Rûsya, Yekîtiya Saziyên Kurd a Civakî ya Navneteweyî ya Moskowa, Organîzasyona Parastina Mafên Kurdan a Moskova ya Mezoptamya, Kongreya Kurdên Êzidî ya Rûsya û Organîzasyona Jinên Kurd Viyan a Moskowa û gele saziyên cuda Kurdên li paytexta Rûsya Moskowa dijîn li Qada Parka Sokolnîk kom bûn. Kurdistaniyan komkujiya li Enqereyê protesto kirin.

    Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurd a Rûsya Farhat Patîyev ê li ser navê saziyan xîtabî gel kir got: "Di pêşengiya AKP'ê de li Tirkiyeyê li hember Kurdan hêzên tarî kirine dewrê. Hevkariya berbiçav a AKP û DAIŞ'ê komkujiyên li Amed, Pirsûs û Enqereyê ne… Êdî hemû cîhan lîstikên qirêj ên AKP û Erdogan dizanin, ango planên wan deşîfre bûn." Patîyev haerî dawî got ku pêwîst e gelê Tirkiyeyê di 1'ê Mijdarê de AKP'ê di sindoqan de veşêre.

    Piştî axaftina Patîyev rêveberên sazî û organîzasyonên cuda di axaftinên xwe de komkujî protesto kirin.

    Girseya kom bibû dirûşmên, "Qatil Erdogan", "Şehîd namirin", "Bijî Biratiya Gelan" û Bijî Serok Apo" qîr kir.

    Bi heman mijarî:

    Davutoglu: 'Ji bo teqîna Enqereyê, di rêza pêş de DAIŞ heye, em lêkolînê didomînin'
    FLAŞ ÎDIA - Şopên êrişa li Enqereyê DAIŞê nîşan didin?
    Serokê Kurdistanê ji bo teqîna Enqere çi got?
    SKANDAL - DAIŞê teqîniya Enqere pîroz kir! "Xwedê kuştîyan zêdebike
    Partiyên Kurdistanî ji bo teqîna Enqere çi gotin?
    FLAŞ - ÎDIA - Li gor vekîlê AKPê teqîna Enqere ji bo qezençkirina HDPê ye
    RTUKê, weşana teqîna Enqereyê qedexe kir
    Etîketan:
    DAIŞ, AKP, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de