01:35 20 Tebax 2017
Zindî
    Balafirên Artêşa Rûsyayê

    Balafirên Rûsyayê ji Amedê radibin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Serokê Navenda Neteweyî ya Rûsyayê ji bo Daxistina Xetereyên Atomî Sergey Rizhkov diyar kir ku di navbera 12 û 16ê Cotmehê de pisporên leşkerî yên rûs dê li ser Tirkiyayê firîneke çavdêriyê li dar bixînin.

    Rizhkov got ku ev firîn di çarçoveya Peymana Navneteweyî ya ji bo Hewayeke Şefaf de dê pêk were û balafir dê ji Balafirgeha Amedê rabe. 

    Di daxuyaniya xwe Rizhkov got: ‘Ev firîna çavdêriyê ji bo teşwîqê ye ku welatên peymandar çalakiyên xwe yên hewayî bi şeweyekî şefaf pêk bînin.'

    Guzergeha firîna çavdêriyê bi lihevkirina her du welatan hatiye diyarkirin û di balafirê de pisporên tirk jî dê hebin.

    Li gorî agehiyên berdest Rûsya di çarçoveya Peymana Navneteweyî ya ji bo Hewayeke Şefaf de sala 2015an dê 33 firînên çavdêriyê bike.

    Bi heman mijarî:

    Su-34 nêçîrvan-balafira bombebarandinê
    Balafiran navenda DAIŞê wêran kirin: 11 kuştî
    Balafirên Rûsyayê li Palmirayê tank û cebilxaneya DAIŞê îmha kirin
    ROJAVA - Balafirên Rûsyayê li nêzîkî Efrînê li ser El-Nusra bombebaran dikin
    Balafiran mirin barandin ser DAIŞê: 50 kuştî
    Balafirên Rusyayê li Sûriyeyê ne
    Etîketan:
    Navenda Neteweyî ya Rûsyayê ji bo Daxistina Xetereyên Atomî, Sergey Rizhkov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de