15:12 25 Hezîran 2018
Dmitriy Peskov

Kremlîn: Di êrişa Xezerê ya li ser DAIŞê de me êrêkirina Îran û Iraqê stand

© Sputnik / Natalia Seliverstova
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got: Berî ku Rûsya ji Deryaya Xezerê êrişî DAIŞê bike erêkirina Îran û Iraqê stand.

Keştiya şer ya rûsî
© AP Photo / Pavlos Vrionides
Navenda Nûçeyan — Peskov li Kremlînê di civîna çapemeniyê de li ser pirsa,' berî êrişê we erêkirina Îran û Iraqê stand an na?' bersiveke wiha da û got: 'Belê, berî operasyonê me agahî da Tehran û Bexdayê.'

Her wiha Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihandibû ku keştiyên rûsî li Deryaya Xezerê li hemberî DAIŞê êriş pêk anîne û dîmênên operasyonê jî belav kiribû. Di dîmênan de jî dihat xuyakirin ku moşek li ser axa Îran û Iraqê re diçin û digihn hedefên xwe.

Hemû hedef hatin rûxandin

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu di bernameyeke televîzyonê ya zindî de ku Serokê Rûsyayê agahdar dikir got: '4 keştiyên me li Deryaya Xezerê 26 moşek avêtin hedefên DAIŞê û hemû hedef hatin rûxandin.

 

Bi heman mijarî:

Di navbera Rûsya û Amerîkayê de ‘ji bo kurdan kîjan siyaset' pêwist e? (BEŞA YEKEM)
Burkan El Firat: 'Nûçeya Spûtnîkê rast e, em ji Rûsyayê destekê dixwazin'
Rûsya: DAIŞ, li Efxanîstanê hemwelatiyên rûsî perwerde dike
Artêşa Sûriyeyê, bi piştgiriya Rûsyayê bi dest operasyona bejayî kir
Etîketan:
Rûsya, DAIŞ, Dmitriy Peskov, Sergey Şoygû, Derya Hezarê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de